Wê serketin teqez a berxwedêran be

Ji Raya Giştî û Çapemeniyê re

Li hember şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya bi xwîna bi hezaran şehîdan, berdêlên giran ên gaziyên şer û gelê me ava bûye êrîşeke hovane ya bi piştgiriya dewleta Tirk û hin hêzên navneteweyî ji aliyê çeteyên hikûmeta vegûhez û DAÎŞ’ê ji 6’ê Çileyê ve berdewam dike.

Ev êrîş bi armanca jiholêrakirina tevahî destketî û nirxên şoreşa me bi awayekî herî hovane tên meşandin.

Li hember van êrîşan li her eniyan berxwedaneke ku di dîrokê de mînakên wê pir kêm in di pêşengiya jin û xortên herî bedew, egîd û wêrek heye.

Weke gaziyên şer ên ji bo azadiya gelan berdêlên giran dane me jî ji roja yekemîn ve cihê xwe yê rûmet di nav berxwedanê de girtiye.

Em ê ti carî nehêlin berdêlên gelê me û xwîna şehîdên me vala biçe. Em diyar dikin ku îro roja şeref û rûmetê ye.

Em bang tevahî gelê xwe dikin di vê berxwedana rûmetê de cihê xwe bigirin. Divê her kes ji berxwedana şervanên rûmetê bawer be û bi îradeyeke herî mezin li hember wan êrîşên hovane rabinin. Wê serketin teqez a berxwedêran be.

Em ê nehêlin çeteyên hov û destekvanên wan kêfxweş bibin. Wê dîrok ji sedî sed şahidiya serketina gelê me bike. Bi şîara bijî berxwedana li dijî tarîtî û paşverûtiyê divê her kesê xwedî wijdan û bi rûmet xwe bi çek û rextan girê bide û li hember êrîşan bisekine.

Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button