Ji Bo Raya Giştî

                                                         

Em zayîna sala 11’mîn a şoreşa 19 TİRMEHÊ jiyan dikin.  Ev bi keda şehîdan gihaşt van rojan. Dema di 19 Tîrmehê de pir kesan di gotin “Wê ev şoreş bi ser ne keve. Temenê vê şoreşê pir nîne û wê zû winda bike”, an jî şoreşê înkar dikirin û di gotin “li Rojavayê kurdistanê tiştek bi navê şoreşê li wir nîne”. Heta gihaşt asta ku ziman dirêjî yê li şehîdên me bikin û bibêjin “ew tabûtanan vala ne”.  Lê ruxmî her tiştî bi hemû zehmetiyên xwe ve ev şoreş gihaşt vê rojê. Ev jî bi keda şehîdan û gelê me yê welatparêzan bu. Lê pir hêz dixwazin şoreşa me li gorî xwe bidin naskirin,  ji rastiya wê dûr bixin.

Şoreşa me ji despêkê ve xeta siyemîn ji xwere esas girt. Li himberî wê hertim êrîş hebû û heta niha jî heye. Li hember van êrîşan sekna berxwedêr hat raberkirin. Dijminahiya Netewa Demokratîk hat kirin. Di serî de jî Artêşa Azad ,Cebhet El-Nusra, DAİŞ û Îtîlaf. Ruxmî Îtîlaf beramberî çavê dûnyayê jinan ,zarok û mirovên temen mezin di revîne û gelek jî wan dikujin, binpêkirinan dikin, li herêmên dagirkirî guhertina demografîk dikin, tû kes dengê xwe nake. Lê ev nêzikatiya cîhanê ku ji dewleta Tirk re çavên xwe digrin, ew jî dide diyarkirin ku ewna jî şirîkên dewleta Tirkin.

Em ji bîr nekin dewleta Osmanî çawa belavî Rojhilata Navîn û deverên din bû, li wan herêman zilm û zorê  bi xwe re anî, ev dewlet jî bi eynê ramanê li ser esasê talanê tevdigere. Dewleta Tirkiyê temelê wê ji kontra, jîtem, mît, Îxwanê Mislimîn û mafya ye. Li ser wê esasê siyasetê dike û siyasetek netew perest dimeşîne. Li himberî gelên din her cûre wehşetê dike. Ne pîvan ne exlaq ne jî hûqûq li cem wan heye. Ji pîvanê mirovahiyê dûr e. Siyasetmedarên ku ne di fikrên AKP û MHP de ne, tên girtin. Cezayên herî giran li wan dibirin. Ev ne bese; wan îşkence dikin. Ên derve jî bi tehdîd û şantajan ve dixwazin bi wan gav paşde bidin avêtin. Lê, dema dibîne nikarin gav bi wan paşde bidin avêtin, vê carê wan bi tehdîda kuştinê dixwazin teslîm bigirin.

Herî dawiyê li Îzmîrê li navenda HDPê kontrayê dewleta Tirk êrîşî avahiyekî HDPê kir. Di xwest li wir komkujiyek pêk bîne. Li wir jina Kurd DENÎZ POYRAZ şehîd xistin. Ev ne êrîşek nû ye. Ev êrîşanan li dervayê Tirkiye jî dikin. Li Bakûr û Rojhilatê Sûriyê jî jinên siyasetmedar, ji bo xwe dikin hedef. Desthilatdarên dewleta Tirk a faşîst ji ber ku kûjeran berdidin û li wan xwedî derdikevin; li Tirkiyê rojek nîne ku jin nayê qetil kirin.

 

Herî dawî Neteweyên Yekbûyî di raporek xwe de dibêje YPG û zarokan tevlî xwe dikin. Ev bê bextî ji rastiyê dur e. Dixwazin rastiya me reşbikin û li gorî dilê Turkiye bi axivin. Bila biçin herêmên dagirkirî û binpê kirinên Tirkan bibînin. Dema zarokên Şehba, Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Sipî di hatin qetil kirin, Neteweyên Yekbûyî li kûr bûn? Dema Tirkiyê çeka fesfor bikar anî û heta niha jî Tirkiye li Başûrê Kurdistanê bikar  tîne Neteweyên Yekbûyî ji bo van jî dengê xwe ne kir. Yekîtiya Ewropa, wê jî dengê xwe kir, an ji bo êrîşê xwe bêtir xwurt bike Yekîtiya Ewropa diyariyek dide Tirkan? Ji bo ku ji wan çekan bikirin û li himberî Kurda û gelên din ê herêmê bikar bînin? Ne tenê ev e, ava firatê qût kiriye,  daristanan talan dike. Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropa, saziyên jinan, saziyên mafên mirovan, mafên zarokan, saziyên xweza diparêzin, saziyên tiştên dîrokê diparêzin û saziya li himberî çekên qedexe, yek ji van saziyan li himberî Erdoxan dengê xwe ne kirin! Ji ber ku bercewendiyên xwe bi Erdoxan re henin. Li himber  bê dengin. Emê jî van pîlanan vale derbixînin. Çi kesên bi navên Kurdan di axivin, destên wan di destê tirkan de ye an jî di destê Nasêr El Herîrî de ye? Ew xayinin.  KDP di xwaze xeta îxanetê bide meşandin lê Bila PDK e Efrîn, Serê Kaniyê, Girê Sipî ji bîr nekin ku dewleta Tirk û çeteyên wê Îtîlaf El Wetanî çawa xêr û bêrê herêmê talan dikin. Û eger ENKS e dibêje tiştek binavê binpêkirin û kuştin , revan li EFRÎN û herêmên dagirkirî nîne PYDê ne ras di axive ji ber ENKS e cihê xwe di ETÎLAFÊ de digire û di xwazin em jî wek wan bibin xayin li gal tirk cihên xwe bigirin û em vê jî tu carî qebûl ne kin.   

A din jî; divê gelê me yê Başûr li himberî dagirkiriya Tirkan serî rakin. Di dema hikumeta  Başûrê Kurdistanê  li ser bûtçeya kom bibûn, lê bila zanibin“keremeta Kurdistanê ji bûtçeyê girîng tire”, ev rastiyek e.  Ger em himberî êrîşkarî û dagirkeriya Tirkan nesekinin tiştek bi navê Kurd namîn e.  Ne Yekîtiya Ewropa û ne jî Neteweyên Yekbûyî wê dengê xwe nekin! Wê lê temaşe bikin. Berjewendiyê welatan beriya her tiştê ye. Lê em vê jî bibêjin ‘emê heta bêhna xwe ya dawiyê li li hember her cûre êrîşan li berxwe bidin.

                                                                                                                                Sılav û rezen şoreşgerî  

                                                                     

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button