Ji Bo Raya Giştî

Em weke Federasyona gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, komkujiya ku li ser gelê Êzîdî yê Şengalê bi destê DAIŞ’ê û hevkariya (di encama neparastinê de) hêzên noker hate kirin şermezar û lanet dikin. Ev rûreşiya cihanê û çekdarên PDK’ê ye ku xwe wek qehraman nişan didan; 3’ê Tebaxa 2014’an li berçavê cîhanê  bi hezaran keç û jin, ciwan û zarokên li ber singa dayîkan, bi destê çeteyên gemar hatin kuştin û hatin ravandin. Û heta niha hîna jî aqûbeta bi hezaran kesî ne diyar e. Em weke birindarên şer bûn şahîdê ku çawa Pêşmergan çeper ji “Çeteyên Mirinê” ra hîştin, rivîn û ew qîrqîra jin û zarokên Êzîdiyan di destê çeteyên DAÎŞ’ê de guhên mirovan diqelişandin. Belê ew kêliya şeref û namusê û exlaq-wijdanê bû, ku partiyên li Başûrê Kurdistanê eger ji bo parastina gelê Kurd bûna û ji dil bûna, wê bi yeketiya xwe di çeperan de bikarîna rê li pêşiya fermana 73’yemîn bigirtana. Mixabin helwesteke hevgirtî ya parastinê dernekete holê.

Lê belê em bûn şahîdê berxwedana gêrîlayên qehraman yên PKK’ê ku çawa li ber xwe dan, serê gelê xwe bilind kirin û gelê Êzîdî ji fermanê rizgar kirin. YPG û YPJ bûn xwedî roleke girîng û gelê Rojava jî malovaniya gelê Êzîdxanê kirin. Em jî, birîndarên ku di çeperan de bûn şahîdê şehîdên ku hetanî kêliya dawiya jiyana xwe li ber xwe dan, jiyana xwe ji dest dan û bi biriyardariya ku hetanî me Şengal rizgar kirin.

Belê, gelê Şengalê vegeriyan warê xwe, lê dîsa hê jî bi xeteriyên mezin re rû bi rû ne. Em wek Fedresiyona birîndaran bangawaziya hêzên navnetewî dikin ku statuya gelê Şengalê nas bikin û misoger bikin. Gelekî di dîrokê de gelek qirkirinan re derbas bûye û li gelek welatan belav bûne, herwiha li ber hilandinê ne. Xweseriya vî gelî nas bikin da ku carek din nekevin di ber qirkirinan û rastî êrîşên DAIŞ’ê, dewleta Tirk a dagirker û hezên noker ên mîna KDP’ê neyên.

Gelê Kurd bi salane li dijî faşizm û dagirkeran têkoşîneke bê hempa dimeşîne. Di oixira wê de gelek berdêlên mezin dan û hê jî dide, lê ew cihana ku bi navê hûqûq û mafê mirovan, bi navê peşî girtina êşkenceya li ser mirovan xwe dide nişan, mixabin ji Rêberê gelan Abdullah Ocalan bi salane di bin êşkence û tecrîdeke giran de ye ti agahî nayê girtin. Dîsa êrîşên nijadperest yên li dijî gelê Kurd bi her awayî berdewam e. Heman awayî êrîşên li dijî gerilayên Kurdistan û çiyayên wê,  bi çekên kîmyewî rojek nîne ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û hevkarên wê ve êrîş neyên kirin. Ji lewra pêwîst e dadgeha mafên mirovan ya cîhanê vê bibîne û hêzên ku sûcê mirovahiyê dikin dadgeh bike û ceza bike.

Em bangawazî dikin ku îro roja hesap pirsinê ye, eger îro hesap neyê pirskirin ma wê kengê were pirsîn? Ji bo wê jî jiyana insanan îro di xeteriyê de ye û ev jî dihêle baweriya mîrov bişke. Ji ber ku jiyana xwe di xeteriyê da bibinîn. Lewma êdi baweriya wan ne ji Netewên Yekbûyî û ne jî ji Yekitiya Ewrûpa tê. Em jî wek koma birindarên şerê azadiyê li ber çavên me gelek tişt qewimîn û bûne şahidê gelek êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê; di serî da Şengal, Efrîn Serekanî, Girê Sipî û îro jî dibînin ku êrîşê hovane li çiyayên Kurdistan tên kirin. Em weke federasyona birindaran, bang li Yekîtiya Ewrûpa, Netewên Yekbûyî û Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewrûpa dikin li peyman û erkên xwe xwedî derkevin.

FEDERASYONA GAZIYAN A BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRYÊ

3’ê Tebaxa 2021

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button