Bi sedan şêniyan sersaxî da malbata şehîd Azadî

Şêniyên bajarên Dêrik, Girkê Legê, Çilaxa sersaxî da malbata fermandar û rêvebera gaziyên şer Azadî Helebçe.

Rêvebera Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şehîd Azadî Helebçe îro bi merasîmekê li Pakrevangeha Şehîd Xebat Dêrik a li bajarê Dêrikê, hat veşartin.

Piştî merasîma spartina axê merasîma sersaxiyê li Navenda Şehîd Bawer a Ciwanên Şoreşger li bajarê Dêrikê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir.

Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan li Dêrikê, Ciwan Hesen axivî û bal kişand ser rola şehîdan a ji bo bidestxistina aştî û jiyaneke birûmet ji bo hemû gelan. Hesen wiha lê zêde kir: “Şehîdên ku li gorî raman û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan têkoşiyan, roniyên aştiyê ne û fedakariya wan di dîrokê de hatiye nexişandin.”

Endamê Meclisa Efrînê li Girkê Legê Henan Sîdo got: “Divê em soza xwe nû bikin ku em li ser şopa şehîdan bimeşin, ji ber ku wan biratiya gelan û jiyana hevbeş di navbera hemû civakan de ava kirin û wan herêm ji komplo û xiyanetê parastin. Şehîd dudil nebûn ku xwîna xwe ji bo rizgarkirina hemû civakan feda bikin.”

Merasîm bi dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button