Şer û tundî bi xwe re çi tîne? – Beşê 2
Rojda Dêrik

Em bi çavên serê xwe dibînin bê çawa, ew dewletên girgire hukmê xwe li ser cîhanê didin serwer dikin. divê were zanîn ku siyaseta wan dewletan li ser temamê cîhanê bandor kiriye û bûye hişmendiyeke global. Jixwe ev siyaset û çand wiha belavî her deverê dibe. Dibe ku weke tevgerên mirovan yan jî veguhestina cihê mirovan netewe pir nayên çêkirin. Li ser asta kesan yan jî koman dibe ku veguhestin hatibe çêkirin, lê weke çand belavî her deverê dibe û bandora xwe li ser gelan jî dike. Hişmendiya dewlet netewe, li Fransa dest pê kir û xwe li Îngiltereyê bi gewde kir. Hegel dewleta netewe xweke xwedayê daketiye ser rûyê erdê terîf kiriye. Lê pêwîst e her kes zanibe sedema şer, kuştin, talan û kolekirina mirovan jî ew dewleta netewe bi xwe ye.
Eger mirov li gorî zanista roja me ya îro şer û tundiyê pênase bike, dikare bêje ku li gorî berê hîn zêdetir bûye. Bi yek mûşekê bi sedan heta bi hezaran mirov jiyana xwe ji dest didin. Yên sax dimînin jî di aliyê fikir û ruh de dimirin. Helbet li kêleka şerê çekdarî, şerê taybet tê meşandin. Ev şêwazê şer bi awayekî bê qanûn, bê exlaq, bê rêgez li ser gelan tê meşandin. Ev hemû jî berhemên wê dewleta netewe ya li ser esasê tinekirina gel û baweriyan e.Dijminên gelan her cure rêbazên şer ên derexlaqî ji xwe re rewa dibînin.
Mirovên xwedî bîrdozî, raman û lêgerên azadiyê ji şerê taybet bandor nabin. Ji ber xwedî rêgez û pîvanên exlaqî ne. Lê mirovên lawaz û nefsbiçûk zû bandor dibin û dibin amûrên wî şerî. Divê were zanîn ku we şêwazê şerê qirêj herî zêde jî li hember ciwan û jinan tê bikaranîn. Ji ber vê hewce ciwan û jin pir baş werin perwerdekirin û perwerdeya wan jî li ser bingehê fikir û ramanên Rêber Apo bin. Rêber Apo di mijara perwerdeyê de dibêje, “Civaka nehatiye perwerdekirin weke mirîşka serjêkirî her diperpite û dibe esîrê neyarê xwe. Naxwe divê jin û ciwan xwe baş perwerde bikin. Li ser vî esasî ji civaka xwe re pêşengtiyê bikin. Bi zanebûn û perwerdeyê, bi serwexetkirina gelan û civakan em ê karibin xwe ji pergalên zordar rizgar bikin, dawî li şer û tundiyan bînin.
Dawiya beşê duyem




