Di Dersa Dîroka Jin de nirxandinên girîng

Gaziya şer Şîlan Kobanê di dersa Dîroka Jin de diyar kir ku di nav Tevgera Apoyî de gelek jinên fedaî yên ji bo hemû jinan bûn mînak û di rûpelên Dîroka Jinê de navê xwe bi tîpên Zêrîn nivîsandin derketin holê.
Li Akademiya Şehîd Rizgar Wan meha Îlonê Dewreya Şehîd Serkêş Riha dest pê kir, bi dehan gaziyên şer têde perwerdeya îdeolojîk dibînin. Li akademiyê di dersa Dîroka Jin de nirxandinên girîng hatin kirin.
Şîlan Kobanê bal kişand ser tehlîl û nirxandinên Rêber Apo yên têkildarî jinê û got, “Rêber Apo li ser mijara azadiya jinê pir bi hûrgilî disekine. Rêber Apo diyar dike ku jin di dîrokê de rastî du şikestinan hatiye. Şikestina yekem û duyem pêvajoyên ku jin ji asta xwedawendiyê hatiye xistin e. Şikestina sêyemîn jî pêvajoyeke ku li hember mêrtiya hatiye avakirin, di lehê jinê de, li dijî serweriya mêr e ya divê were jiyîn e. Ev tê wateya li hemberî pergala bi serweriya mêr, pêvajoya çareseriyê li ser esasê bîrdoziya rizgariya jinê ji zîhniyetê wê were destpêkirin û pêşxistin. Divê were zanîn ku hişmendiya mêr a heyî jinê dikuje. Dem hatiye ku jin azad bibe û bi mêr re jiyaneke wekhev ava bike.”
Gaziya şer Şîlanê di dewama axaftina xwe de anî ziman ku divê têkildarî vê mijarê her kes xwe lêpirsîn bike û wiha dewam kir, “Hewce ye mêr jî rastiya xwe bibîne da ku xwe ji wê hişmendiya serdest rizgar bike. Weke em hemû dizanin jinê pêşengtî ji civakê re kiriye; lê piştre mêr keda jinê înkar kiriye. Hemû keda wê kiriye malê xwe û xwe navendî kiriye. Ev bûye sedem ku jin bikeve rewşeke bindestiyê û di şexsê jinê de jî civak têk biçe. Lê dem hatiye ku jin azad bibe, pêşengtiya civakê bike, dawî li şer û tundiyê bîne û cîhanê rohnî bike. Di nav Tevgera Apoyî de gelek jinên fedaî yên ji bo hemû jinan bûn mînak û di rûpelên Dîroka Jinê de navê xwe bi tîpên zêrîn nivîsandin derketin holê. Heval Bêrîtan, Zîlan, Sara, Arîn, Rûken, Asya û hwd. bi sedan hevalên şehîd bûn sembola berxwedana mirovatiyê.”
Di dersa ku du rojan berdewam kir de, gaziyên şer ên tevlî perwerdeyê bûne jî gelek nirxandin kirin û bi pirsên xwe rê li ber nîqaşeke bîrdozî ya girîng vekirin.
Gaziyên şer di tekmîla dersê de anîn ziman ku di wan her du rojên dersa Dîroka Jinê de gelek mijarên ku berê nizanîbûn fêr bûne û ji bo xwe bêhtir di bîrdoziya Rêber Apo de pêş bixin, wê hewldanên xwe xurt bikin. Bal kişand ku weke gaziyên şer di mijara jinê de li ser esasê fikir û felsefeya Rêbertî wê di xwe de guhertin û veguhertinan çêbikin û paradîgmaya Rêbertî bigihînin hemû beşên civakê.



