Civaka zayendperest gelekî xeternak e û divê were guhertin

Lava Eyo

Dema mirov li ser mijara hişmendiya civakê ya zayendeperest lêkolîn dike, mirov hîn baştir rastiya heyî fêm dike. Divê li ser dîroka jin jî lêkolîn were kirin û pir baş ji jinan û civakê re jî were ravekirin ji bo  bi guhertin û veguhertinê tacîdar bibe. Piştî hişmendiya çînayetî di navbera mirovan de hate çêkirin hişmendiya zayendîperest jî derkete holê. Bi demê re bû bîrdozî û desthilatdarî welidand. Xwe hêdî hêdî bi kok û şax kir, hemû civak jî girt nava xwe. Bandora wê hişmendiyê li ser jinê jî kir û wiha civaka xwezayî ber bi xerabiyê ve çû.

Niha jî em dibînin ku di lêkolînan û hemû daneyên arkeolojîk de xuya dike ku beriya zayînê bi 30 hezar salî jî koma mêrên ciwan ên kastîk derdikevin pêş. Çîna tundrew a weke qatilên kastîk, civak hemû tarûmar kir, di şexsê jinê de şikandina zayendî du caran da sepandin. Hîn jî ew tundrewî berdewam dike. Bi demê re bi rêbazên tundrew çavên jinê tirsandin.

Em di lêkolînên dîrokî, arkeolojîk û antropolojîk de dibînin ku jinê demeke pir dirêj pêşengtî kiriye. Ew hêzdarî ne ji kontrola desthilatê bûye ku li ser zêdebûna hilberinê ye. Ji dayîn û standinê diyar dibe ku jin xwedî hêz bû. Zîrekiya jinê û hestên wê yên dewlemend di civakê de bandoreke pir xurt dide çêkirin. Ev dibe sedem ku civak jinê di asta xwedawenda de pîroz bibîne. Kar û baren jinê û rêbazên wê yên rêvebirinê li gorî xwezaya civakê pir guncav bû. Piştî serdema dayikê û derbasbûna nav serdema baviksalariyê civak ket nava tarîtiya şevan. Hîna jî nehatiye ser hêza xwe.

Di malbatê de mêr desthilata xwe weke dewleta biçûk li ser jin û zarokan ferz dike. Mêr her ku desthilatdarî zeft kiriye, ketiye nav hewldana despotiya xwe berdewam bike. Jin di nava malbatê de, weke karkereke bêheqdest dixebite yan jî bi nanûzikê jiyana xwe didomîne. Jixwe kengî mêrê malê jê hêrs bibe, jêre dibêje: “Here ji mala min.” Jin bi tena kirasê xwe ji wê malê diçe û zarok jî nabin nesîbê wê.

Zext û zordariya mêr li ser jinê berdewam dike. Mêr ji mafê xwe dibîne ku lêdan, dijûn, heqaretê li jinê bike yan jî wê bikuje. Dema jin weke kargeha zarokanînê tê bikaranîn, jin weke amûreke sûdmend tê dîtin. Di encama wê de jî nifûs pir zêde dibe.

Ajoyên mirov wan dibe hestên xwe zêdekirinê. Ev dibe sedem ku nifûs ji hedê xwe zêdetir bibe. Niha li cîhanê hejmara mirovan 8 mîlyar derbas kiriye. Ev bi xwe re bi sedan pirsgirêkan diafirîne. Mêr desthilatdariyê li ser civakê dike û dewlet jî bi rola vê desthilatdariyê timî diparêze radibe. Civaka zayendeperest a bi serweriya mêr gelekî xeternak e û divê were guhertin. Vê jî tenê bi bîrdozî û felsefeya Rêbertî em dikarin bikin.

Em dibînin têkoşîna Rêber Apo gelekî bi bandor  dibe û teyisîna xwe li tevahî civakê jî dike.  Fikir û felsefeya Rêbertî ji bo cîhaneke azad û bedew êdî dibe malê hemû jinên cîhanê. Em jî li ser fikir û ramanên Rêber Apo hişmendiya xwe diguherin. Ji bo em hîn zêdetir nêzî Rêber Apo bibin, layiqî ked û têkoşîna wî bibin divê em paradîgmaya demokratîk, ekolojî û azadîxwaziya jinê bêhtir pêş bixin û bigihînin hemû mirovatiyê.

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button