Jin û malbat
Lava Eyo

Rola jinê di malbatê de xwedî girîngiyeke jiyanî ye. Weke tê zanîn civak li derdora jinê ava bûye. Naxwe divê were fêmkirin ku jin di nav malbatê de çavkaniya jiyanê ye. Jinê di serdemên berê de malbat bi rêk û pêk dikir, serkêş û pêşeng bû. Jin bi ked û têkoşînê civak ava kir, jiyana wan rohnî kir û ew gihandin asta herî jor a pêşveçûnê.
Divê mêr jî vê zanibin. Lê mixabin her tim keda jinê hatiye înkarkirin û dibêjin, “Jin lawaz in û divê di bin hukmên mêran de bin.” Di nav hinek civakan de tê gotin ku jin ji parsûyê xwar ê Adem çêbûye û mêr esas digirin. Jinê weke berdewama mêr dibînin. Ev jî koledariya herî kûr e.
Jin di demên berê de weke xwedawend dihatin dîtin. Her tişt di bin siya jinê de derbas dibû, lê piştî ket bin desthilatdariya zilam bû kole. Di malbatên roja îro de ji bav bigire û heta zarokên kur ên malê, li ser çanda zayendperest, desthilatdar û rêbazên dewletê mezin dibin. Tevahî zarokên malbatê jî bi wê hişmendiyê têne perwerdekirin û mezin dibin.
Di malbat û civakan de jin bi milk û namûsa zilam tê pênasekirin. Bêyî nêrîna wê were girtin, bi mêrekî qet nas nake re tê zewicandin. Hê di zaroktiya xwe de dibe milkê bavê xwe, piştî dizewice jî dibe milkê hevjînê xwe.
Mêr çiqasî lawaz û bê qîmet be jî xwe di ser jinê re dibîne. Hewl dide jinê biçewisîne, îstismar bike û kengî bixwaze jineke din bîne ser a berê û dikare jêre bêje here mala bavê xwe. Jixwe mêr zarokan jî yên xwe dibîne. Eger nexwaze jî zarokan diavêje nava kolanan, qet li rondikên çavên wan temaşe nake. Gelek mêr hene ku çend jinan tînin û xwe li serê wan dikin weke melekan, ji xwe re bi aqilê wan dikenin. Dîsa hinek mêr hene ku bi çend jinan re têkiliyên xwe hene, jinan bêhiş dibînin û hewl didin wan bixapînin. Jin weke mêran nînin û dilê wan pak e, ji zarokan hez dikin û wan xwedî dikin.
Rêber Apo di pirtûka xwe ya bi navê Jin û Malbatê de rastiya mêr û jinê pir vekirî destnîşan kiriye û çareseriya wê jî daniye holê. Ji bo ku jin haj li xwe hebin û zanibin bê wê çawa xwe biparêzin nirxandinên girîng kirine.
Weke em hemû jî dibînin di roja me ya îro de jin bi fikir û felsefeya Rêber Apo xwe zana dikin û yekbûna xwe çêdikin. Îro berxwedan, têkoşîn û yekîtiya jinan bala her kesî kişandiye û ji civakê re jî dibin mînak. Jin roj bi roj nêzî azadiyê dibin. E v jî bêguman di encama keda Rêber Apo de pêk hatiye.




