CIVAK Û HUNERA AZAD

Asya Weşûkanî

Civakbûna yekem a mirovahiyê, li derdora dayika xwedawend pêk hatiye, roj bi roj teşe girtiye û hatiye rewşa civaka îro. Ev civakbûn bi hêsanî yan jî xweber pêk nehatiye. Bi bandora şêweya jiyanê ya xwedawendan û bi xweşikbûna jin di nava fikir û hestên xwe de dihewandin, weke dewlemendiyeke hundirîn dihat nîşandan. Bêguman ev jî bi hestên paqij û bi hêza hezkirinê hatine hûnandin û jiyanî bûne.  Eger mirovên xwedî hestên bilind nebin, avakirin û xweşikbûn pêk neyê. Bi civaka ava bû, jiyan xemilî û rengdar bû. Zayîn û afirandinên felsefeya wê civakê bû bihuşta ser rûyê dinyayê.

Asta civakê û asoyên wê bi vê felsefeyê pêş diket. Her wiha hunera yekîtî, evîn û xweşikbûnê bi xwe re derxist holê. Her tevger û qîrînek huner û çanda bi rûmet dide nîşandan û bi wate dike. Dibe ku ne bûye zanistî, lê yekîtiya wê civakê bi xak û xwezayê re coş û zindîbûn çêkir. Bi demê re jî ew xweza dibû mîna mamosteya jiyana wan û jê fêre dibûn. Jiyana xwe bi rêk û pêk dikirin. Her ku ked dihate dayîn û dest dixebitîn civa bûna wan pêş diket û heya roja me ya îro berdewam dike. Yanî her civakek bi asta hunera xwe tê naskirin û pîvandin. Em jî weke neteweya Kurd û gelên Rojhilata Navîn, ji ber xweşikbûn û dewlemendiya çandî ya Mezopotamyayê rastî her cure xwînmijî, kuştin, lêdan, talan û wêrankirinê hatine.

Êrîşa yekem li ser dergûşa şaristaniyê tê kirin. Ew êrîş bi armanca parçekirina şaristaniya dayikê tê kirin. Wendakirina dîroka neteweyekê, guhertina nexşeyekê yan rakirina gelekî ji nav dîrokê, bi rêya kuştina çand û hunera wê çêdibe. Belê, êrîş bi armanca fetisandina dengê zarokên Kurdan, çewisandin û binpêkirina qîrînên dayikên me, xesbkirina xemlên keçên me, kuştina xort û ciwanên me bûn. Reng û navê trajediya jiyana me û vê rewşê bandora xwe li ser rengê hunera me jî kir. Êdî awazên bi jan û êş, lîstikên bêken, wêneyên stûxwar, fîgurên folklora me van êşan tîne ziman û dibe dîroka me. Huner ti carî ji dîroka gelan qutkirî nayê destgirtin û ti kes nikare hunerê ji dîrokê qutkirî bi dest bigire.

Dibe ku gelek bibêjin ma huner çi ye û çi pêwîstiya wê heye? An jî çi pêwendiya hunerê bi civakê re heye. Wê demê em dibêjin di serî de pêwîst e huner were fêmkirin. De ka werin em binêrin bê naveroka hunerê çi ye û çi dide mirovan? Huner ne tenê gotina çend stranan an jî lîstokeke û wesileyeke ji bo xîtabkirina hestên mirovan e. Huner bi xwe ruhê mirovan e. Tenê kesên xwedî hestên bilind dikarin bibin hunermend. Kesên êşên gelan, bindestan û hovîtiya serdestan his dikin û bi kûrahî fêm dikin, dikarin wan êşan bi hestên bilind, bi zimanê xweşik ê hunerê pêk bînin. Huner, teşetî û ziwabûnê bi tevahî red dike. Ji ber bi xwe afirîner e. Huner ziman, raman û ruh e. Kesên xwediyê hestên lawaz û kole nikarin, bibin hunermend.

Ji ber di koleyan de sertewandin heye, têkoşîna ji bo afirandinê nîne. Ji ber vê jî di wan de tenê hunera koletiyê derdikeve holê. Bi hunerê mirov û kesayeta mirov tê avakirin. Mirov Dibe xwedî cewherên xweşik û zindî da ku civakê bi rê ve bibe, rohnî bike û ji taritiyê rizgar bike. Bi vî awayî em dibînin ku civaka bê huner nabe û hunera bê civak jî nabe. Lê mixabin zanebûna me di vê der barê de gelekî lawaz e yan jî ev mijar dibe rojeva me ya dawî. Lê bi rastî jî ev heye û kesên ku bi vî awayî nêzîk bibin, dibe ku çemk û fêmkirina wan a dîroka mirovahiyê kêm be. Ji ber zayîna hunerê bi zayîna mirovatiyê re çêbûye. Weke me di serî de da xuyakirin, çalakiya civakbûna yekem bi xwe hunera herî bi rûmet e.

Hunermendê mezin û xwedî hestên bêhempa Rêber Apo dibêje, “Huner avakirina ramanê ye. Muzîka Kurdî ya min guhdarî kir, bi demê re, ez ber bi pirsgirêka netewEYî ve birim. Ev muzîka xweş bi hêza bandora xwe ez ber bi şoreşê ve birim.”

Huner wisa bi kûrahî bandorê li mirov dike. Eger tu wê his bikî, tê hestên xweşik  biafirinî. Yên his nekin hestên wan pêş nakeve. Ji kesên di jiyana xwe de teng û di sînorên aborî de dimînin, kesayeteke hunermend û bi hêz nayê hêvîkirin. Huner li beramberî helandin û fetisandinê çareserî ye.

Taybetmendiyeke hunerê jî ew e,  ruhê vejînê çiqasî dide hunerê wê ewqasî jî berhemdar dibe, temenê wê dirêj dibe, têrûtijî dike. Huner çiqasî azad be ewqasî jî dewlemend dibe. Weke Kurd hunera me niha pêş dikeve û divê were zanîn ku pêşveçûna hunerê çavkaniya xwe ji hişmendiya azad digire. Rêber Apo gelekî giringiyê dide hunerê. Ji ber huner, civakê zindî dike û bi fikrên azad rohnî dike.

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button