Gaziyên şer ên Kobanê Manîfesto nirxandin

Gaziyên şer ên Kobanê yên li hev civiyan Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo xwendin û nirxandin.
Bi dehan gaziyên şer ên Kobanê ji bo xwendin û nirxandina Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk a Rêbertî li akademiya perwerdeyê kom bûn.
Xwendin û nirxandina manîfestoyê ku hefteyekê berdewam kir, bi dehan gaziyên şer amade bûn.
Piştî xwendina Manîfestoyê nirxandin hatin. Gaziyên şer di nirxandinên xwe de diyar kirin ku Rêber Apo ji bo jiyaneke hemû gel têde bi awayekî azad bijîn rê û rêbazên herî guncav nîşan dide.
Her wiha bal kişand ku di gelek xisûsên di aliyê têgihiştinê de zehmetî dikişandin, bi xwendina Manîfesto re derbas kirine û divê kesê Manîfestoyê nexwîne nemîne.
Gaziyan destnîşan kir ku Manîfestoya Rêbertî ji bo tevahî pirsgirêkên li herêmê rêyên çareseriyê nîşan dide, divê fikir û ramanên Rêbertî bigihîjin her kesî û her beşê civakê.
Gaziyên şer anîn ziman ji bo parastina nirxên bi xwîna şehîdan ava bûye werin parastin wê di rêya bi fikir û ramanên Rêbertî rohnî dibe de bêteredut bimeşin.