Heya jin xwe nekin yek wê azadî ne pêkan be
Bihar Kobanê

Doza rizgariya jinê û azadiya wê ya zayendî dozeke ji rêzê û hêsan nîne. Teqez divê wiha neyê dest girtin jî. Li gorî heya niha tê dîtin mêr, doza azadiya jinê doza xwe nabîne û ji nedîtî ve tê. Bêguman ew nêzîkatî jî pirsgirêkê bi xwe re kûrtir dike.
Ya herî rast jî ew e mêr doza azadiya jinê doza xwe bibînin û li ser vî bingehî têkoşîna xwe ya azadiyê berdewam bikin. Mêr heya roja me ya îro weke zayend xwe azad dîtiye. Dema qala azadiyê tê kirin, jin tê bîra wan.
Wiha ji mirov re tê ku ji hêla mêr ve xapandinek pir mezin heye. Helbet dibe ku di hin jinan de jî fikarên wiha şaş hebin. Ew fikir jî xwexapandineke mezin e û nahêle mêr rastiya xwe bibîne. Di heman wextê de jî ew fikar dibe sedem ku jin xwe bêşens bibînin û hin ji wan jî bibêjin, “Çima Xwedê me mêr naniye dinyayê?”
Dema jin ji destê hişmendiya mêr tengav dibe hema ji Xwedayê xwe re hawar dike û dibêje , “Çima te min jin aniye dinyayê?” Di nava vê hevokê de pir zelal diyar dibe ku hişmendiya mêrperest çiqasî jin tengav kiriye. Di şexsê jinê de jî civak aniye rewşa înkar û qirkirinê.
Hişmendîya mêrperest xwe weke axtapotê li ser fikrê jin û civakê serwer kiriye. Ew xistine rewşeke pir giran ku hew dizanin çi bikin. Ew pergala tundrew û desthilatdar jin kiriye nav lepên xwe û siyaseta xwe li ser wan dide meşandin. Bi demê re ev hişmendî berfireh û kûr dibe. Digihêje asta rewşa jin têde weke qederekê were destgirtin. Bi vî awayî zayenda jinê paşde dimîne û mêr jî xwe navendî dike.
Civaka zayendperest wiha li jinê dike ku wê ji cewher û çanda wê ya resen dûr dixe, mehkumî mêr dike. Weke qedereke reş li ser eniya wê hatiye nivîsandin, lê dinêrin.
Ez weke gazîyeke şer û xwedî ezmûn dibêjim, heya em weke jin xwe nekin yek û rêxistin nekin ne em ê karibin vîna xwe temsîl bikin, ne jî wê mêr ji ser a xwe dakevin.
Mêr bi taybet dema dibîne jin lawaz û sist e, hema hakimiyeta xwe li ser dide çêkirin, bi jin û civakê dide windakirin. Lewma heya em weke jin xwe nekin yek û civakê jî hişyar nekin, wê wekhevî û azadiya me pêkan nebe.
Divê mêr jî xwe berpirsiyar bibînin û zanibin ew jî koleyên pergalê û ezeziyeta xwe ne. Hewce ye dest ji wê ezeziyeta vala berdin û li kêleka jinan têkoşîn bikin da ku xwe ji pergala desthilatdar xelas bikin.