Çima zanist û zanîn çi ye?
Cûdî Cizîr

Pirsa çima zanist û zanîn çi ye, gelek caran hatiye pirsîn û gelek bersiv jêre hatiye dayîn. Watedayîn û naskirina zanistê girîng e. Ji ber zanist û encamên pêşketina zanînê jiyana me (erênî-neyînî) ji nêz ve eleqedar dike. Ji bo naskirina jiyanê pêwîstî bi naskirina zanist û hizra zanistê heye. Dema ku zanîna zanistî tê bidestxistin li gor hizirîna hişmendî û zagonên encamgirtinê tê tevgerkirin. Zagona hişmendiyê di nav xwe de hevgirtî ye. Rêber Apo çima ewqas girîngiyê dide zanistê? Watedayîn û naskirina zanîstê girîng e. Zanist ji bîrkarî û hişmendiyê pêk tê. Mînak, eger tîrejên rojê nebin şînahî çênabe. Şînahî nebe zindî nikarin bijîn.
Hevsengiya rojê, axê û avê nebe zindîbûn namînê. Ango zanist têgihandineke berfireh e. Mirov heyîneke bi hizirîna xwe ji heyînên din cuda dibe. Her nêzîkatiyek li gor xwe danasîna zanistê dike. Mînak azadiya mirov bi asta zanebûna mirovan ve girêdayî ye. Ji ber vê jî di zanist de pêşketin û kûrbûn ji bo jiyana azad e. Mirov dikare bêje zanist evîna zanînê ye. Di bingehê hizra zanist de meraq, xwestek, hezkirin heye. Bi vê wateyê dema mirov van tînê gel hev hezkirina zanist û evîna zanînê çedibe. Dema ev tên peydakirin mirov pirsên wekî mirov kî ye? Ji ku hatiye? Xweza çi ye? Gerdûn û xweza çawa çêbûne? Çima çêbûne? hwd. ji xwe dike.
Berê mirov çawa difikirîn? Cîhan çawa fêm dikirin? Ev pirs mijarên bingehîn ên zanist û zanînê ne. Mirov bi rêya hişê xwe dibe xwedî zanist. Hiş jî çiqas çû xebitî, hizir û raman derxist holê. Êdî di mirovan de xisûsên weke bibîne, hîs bike, têbigihe, bizane û binase çêkir. Bi vê re nirxandinên zanebûna hawirdorê derxist holê. Di heman demê ked û xebatên mirovan dibin berhemên zanebûnê. Ev dibe pîrozî û hiş ruhê mirov geş dike! Pîroziya kedê, pîroziya xebatên mirovan ji vê bingehê dest pê dikin. Pêwîst mirov xwe û cîhana têde bijî û nas bike. Di mijara çiqas fêr dibe û nas dike divê zana bibe. Zanebûn bi xwe re hest tîne. Hiş û rihê mirov bi vê çandê tê sitirandin û bijartin.
Rêber Apo ji bo vê yekê girîngî da zanist û zanînê. Zanist ji nû ve girt dest û nirxand. Em bi vê nirxandinê îro pirsgirêkên mirovahiyê rasttir û zelaltir dibînin. Ne tenê dibînin ji bo çareseriya tevayî pirsgirêkan em perspektîfan datînin. Zanist rastiyan derdixe pêş. Mirov heyîneke bi zanist e. Ji bo vê sedemê, heyînê Ii derdora xwe kom dike û têdigihe. Li gel heyînê afirandina hişmendiyê jî girîng e. Eger mirov bi hişmendiyeke bi zanist tevnegere wê pûç bibe. Zanist di cîhaneke fireh de cih digire. Mînak ji bo jiyaneke dilpak hewcedarî bi zanist û zanînê heye. Ji diroka mirovatî çêbûye heya îro her tim li ser pêkanîna zanistê Iêkolîn hene. Mirov her tim pirs dike, dixwaze cîhana têde fêm bike û rast bike.
Zanist ne ji bo agahî komkirinê, ji bo jiyaneke watedar û berdewama jiyanê girîng e. Şêwaza zanistê xwe disipêrê çavdêriya ceribandina hiş. Mînak, eger ez dihizirim, ez heme. Ev zanisteke, bes divê hizirandineke rast be. Zanista rast bi xwe re sazûmaniya nûjen dide damezirandin. Zanist, têkoşîna azadiyê germtir dike û ber bi qonaxa ronakbûyînê ve dibe. Bi tevahî gerdûn, xweza, civak, mirov bi rêgeza zanistê ve girêdayî ye. Tişta nayê guhertin tineye. Jiyana mirovan her tim bi hizir û zanistê diguhere. Zanist û zanîn di hişê mirovan de her tim hene. Di zanist û zanîna serdema nû de bi aqilbûn bi bandor e. Nirxandinên bi aqil û bi mantiq li pêş in. Bêguman, zanista mirovan pir girîng e û bilez pêş dikeve. Dîsa bi baldarî awayên nirxandin û şîrovekirinên xurt çêdike. Di aliyê hizir û raman de xweseriyek çedibe.