Gaziyên şer têkildarî 15’ê Tebaxê semînerek li dar xistin

Ji aliyê Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve bi wesîleya 15’ê Tebaxê semînerek hat lidarxistin.
Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî wate û girîngiya Pêngava 15’ê Tebaxê li Hesekê semînerek li dar xist.
Semînera gelek gaziyên şer beşdar bûn, bi rêzgirtina ji bo şehîdên azadiyê dest pê kir. Semîner ji aliyê Azadî Hesen, Elî Ehmed û Siwar Hesekê ve hat rêvebirin.
Azadî Hesen anî ziman ku di pêvajoyeke ku rejîm û cûntaya zordar ya 12’ê Îlonê digot êdî Kurd careke din nikare serê xwe rakin, bi fikir û perspektîfên Rêber Apo û di fermandariya Egîd de Pêngava 15’ê Tebaxa ya 1984’an pêş ket û got, “Vê pêngavê tenê ne ji bo gelê Kurd, ji bo hemû gelên bindest û yên bi hesreta jiyaneke azad in bû hêviyeke mezin.”
Azadî Hesen destnîşan kir bi pêngavê re nirx û destketiyên gelekî pîroz derketin ser rûyê erdê û wiha axivî, “Em bi vê wesîleyê fermandarê nemir Egîd (Mahsûm Korkmaz) û tevahî şehîdên azadiyê bi rêzdarî bi bîr tînin. Em ê her tim li ser şopa şehîdên xwe û li gor fikir û bîrdoziya Rêber Apo têkoşîna xwe bidomînin.”
Elî Ehmed û Siwar Hesekê jî di axaftinên xwe de fermandar û pêşengê Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Nûreddîn Sofî bi bîr anîn û bal kişandin ser bandora 15’ê Tebaxê ya di nav gelên Rojhilata Navîn de. Di semînerê de pêvajoya nû ya ji aliyê Rêber Apo ve hatiye destpêkirin jî hat nirxandin.
Semîner bi dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Şehîd Namirin” bi dawî bû.