Li hember pergala sermayedar rola jin û ciwanan
Asya Weşûkanî

Sala 1973’yan li bajarê Enqereyê paytexta Tirkiyêye, li Bendava Çûbûkê komeke ciwanên Kurd ên xwendekarên zanîngehê kom. Pêşeng û rêberê komê xwendekarê bi navê Abdullah Ocalan e. Di nav vê koma ji bo nîqaşkirina rewşa siyasî civiyan e ferdê herî jîr Abdullah Ocalan e ku jêre dibêjin, “Apo”. Bi zimanê Kurdî “Apo” di heman demê de tê wateya birayê bav ango “Mam” jî. Rêber û rêzanê gelê Kurd.
Ji wê rojê heya niha 52 sal in ku Rêber Apo ketiye nava têkoşîneke pir xurt da ku tevahî jin û mêran ji bîra bêbinî û xefka hesinî xelas bike. Rêber Apo ji bo mirovahî tev ji pergala qatil rizgar bike berxwedaneke cîhanê de mînakên wê nînin, pêş xist.
Her kes dibîne bê ka Rêber Apo têkoşîneke çawa dijwar dike û pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk jî li ser van bingehan da destpêkirin û ber bi serkeftinê ve diçe.
Rêber Apo dibêje, “Di qebrê de bim jî ez ê ji bo azadiya jin û civakê têkoşîn bikim.” Rêbertî yê tevahiya jiyana xwe ji bo azadiya gelan xerc kiriye û her kêlî di nav têkoşîneke bêeman de ye dibêje ku divê her kes erka dikeve ser mile wan bikin. Rêber Apo yê ji ciwantî dest pê kir û hê jî bi heman tempo û tarzî dixebite.
Lê belê dema mirov li piraniya ciwanên îro temaşe dike mirov dibêje qey pîr û kalên zemanên berê ne û hinek caran jî ji wan pîr û kalan xerabtir dibin. Sedema wê jî ew e ew ciwan haj li rola xwe nînin û têkildarî xwe di nav xefleteke mezin de ne.
Pergala sermayedar bi şerê xwe yê taybet ciwan ji hêz xistine û baweriya wan bi wan lawaz kiriye. Lewma teqez divê ciwan li xwe vegerin û rastiya pergalê fêm bikin.
Ezmûna herî mezin jî jiyan û têkoşîna Rêber Apo ye. Hewce ye her jin û ciwan xwe parêzname û tehlîlên RêberApo b aş bixwînin û pêk bînin.
Jixwe yên pêşengtiya civakê bikin, jin û ciwan in. Bêguman divê mirov ji ezmûn û tecrûbeyên pîr û kalan jî sûd û feyde bigire. Hewce ye ciwan û jin ji wê tecrûbeya kal û pîrên me ku mîna mucewherê ye, tişta pêwîst werbigirin. Bi kelecan û coşeke mezin fikir û ramanên Rêber Apo jî bixwînin û tetbîq bikin.
Ez bang li tevahiya jin û ciwanan dikim û dibêjim ku dem dema Aştî û Civaka Demokratîk e. Divê hemû ciwan û jin keda xwe tevlî vê kedê bikin da em civakê ji nav pencên qirkirina fizîkî, çandî û exlaqî ya pergala sermeyadar a bûye dêwekî kujer rizgar bikin.
Hewce ye em dawiyê li şer û tundiyê bînin, cîhana xwe ji destê komên qatil û bêwijdan derxin. Li ser vî esasî hewce ye em hedef û armancên şehîdan pêk bînin.
Divê hêrsa me li hember pergala sermayedar û nexasim li dijî koçên çete û hêzên dagirker timî hebe. Pêwîst e em bêjin êdî ji komkujiyên li ser gelan û baweriyan bes e. Li hember komkujiyên li beravên Sûriyeyê û Siwêdayê divê ciwan û jin yekîtiya xwe xurt bikin û xwedî li tevahî gelan û baweriyan derkevin.
Divê were zanîn ku ew komên çete û tundrew ne xelkên Sûriyeyê ne. Ew çeteyên bi hovitî zarok, jin û pîr û kalan dikujin xayîn û xwefiroşin. Ji bo welatekî azad ê tevahî gel, netewe, çand û bawerî bi rengekî azad û wekhev têde bijîn, divê em yekîtiyê xurt bikin. Ev jî wê bi ked û têkoşîna di pêşengiya ciwan û jinan pêkan bibe. Pêwîst e were zanîn ku gelên Sûriyeyê bi yekbûna xwe, wê têkoşîna xwe bi serkeftinê tacîdar bike.