Em sembola ked û fedakariyê Denîz Firat bi bîr tînin

Ji raya Giştî û Çapemeniyê re

Em hevrêya xwe ya dengê heqîqetê Denîz Firat di 11. salvegera şehadeta wê bi rêzdarî bi bîr tînin.

Heval Denîz a di temenekî biçûk de dest bi rêwîtiya azadiyê kir, heya şehadeta xwe de ji dil û can bi dilekî herî pak ji bo rizgariya hemû gelên Rojhilata Navîn têkoşîn meşand.

Dildar û dilsoza Rêber Apo, heval Denîz weke jineke şoreşger li qadên herî zor û zehmet di dîroka Têkoşîna Azadiya Jinan de jî bi sekn û berxwedana xwe bû yek ji hevrêyên sembola fedakarî, ked û dilsoziyê.

Hevrê Denîz a tevahiya jiyana xwe bi têkoşînê derbas kir, dema çeteyên DAÎŞ’ê êrîşî Wargeha Penaber a Şehîd Rustem (Mexmûr) kirin, bi pênûs û kameraya xwe bû dengê xelkê wargehê û gerîlayên azadiyê yên bi hawara gel ve hatibûn.

Çawa hevala Denîz Firat heya kêliya dawî ya jiyana xwe, berxwedana xelkê Mexmûrê ji cîhanê re ragihand, em ê jî bi heman rengî bibin dengê berxwedana tevahî gelên xwe yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

Mîras û rêûresma Denîzan ji bo pêşxistina têkoşîneke bi rûmet derfeteke muezem pêşkêşî hemû kedkarên ragihandina azad dike.  Li ser vî esasî weke gaziyên şer ên hempîşe û şagirtên wê em soz didin têkoşîna hevrê Denîz Firat bi serketinê tacîdar bikin.

Ragihandina Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê

08.08.2025

 

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button