Şoreşa  19’ê Tîrmehê ji bo gel û baweriyan mîrateya herî hêja ye

Ji Raya Giştî û Çapemeniyê re

Em şoreşa gelan, jinan û baweriyan a 19’ê Tîrmehê di serî de li Rêber Apo, malbatên şehîdan û mirovatiya azadîxwaz pîroz dikin. Di şexsê lehengên di avakirin û parastina Şoreşa 19’ê Tîrmehê de gihiştine şehadetê de tevahî şehîdên xwe bi rêz û hurmet bîr tînin.

Îro pir eşkere derketiye holê ku Şoreşa 19’ê Tîrmehê li hember tevahî polîtîkayên înkar, îmha, tinehesibandinê û êrîşan şoreşa vejîna gelan e ya di şexsê gelê Kurd de derketiye holê. Ev şoreş bi her awayî nîşanî dide ku wê ti carî zîhniyetên paşverû, tekperest, zordar û dij mirovî bi ser nekevin.

Şoreşa 19’ê Tîrmehê di encama berdêlên mezin, bi ked, xwêdan û xwîna bi hezaran mirovên herî bedew, durist û pîroz ava bû û pêş dikeve. Şoreşa 19’ê Tîrmehê ya bi fikir, felsefe û bîrdoziya Rêber Apo hatiye xemilandin, ji bo tevahî gelan, jinan û baweriyan mîrateyeke herî bi qîmet û hêja ye.

Ev şoreşa li ser esasê azadiya jin û civakan ji bo hemû herêmê dibe ronahî, hêviyên mirovan ên “Em dikarin ji zilma desthilatdarî û dewlet neteweyan rizgar bibin”, gur û geş kiriye.

Li ser vî esasî weke gaziyên şer ên ji bo vê şoreşa hemû nirxên xweşik ên mirovatiyê di nav xwe de dihewîne berdêlên mezin dane, careke din em diyar dikin ku heya dawiyê em ê bibin parêzvanên vê şoreşê giranbiha. Ji bo Şoreşa 19’ê Tîrmehê ya ji hemû gel û baweriyan re bûye îlhama jiyaneke azad û wekhev, mayînde bibe û xurttir bibe, em ê bi hêza em ji fikir û felsefeya Rêber Apo digirin, têkoşîna xwe mezin bikin.

Li ser vî bingehî di 13. salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê de em careke din tevahî şehîdên xwe yên nirxên me yên herî bi qîmet û pîroz in bi rêzdarî bi bîr tînin. Em bang li tevahî gelên xwe yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî dikin ku bi coş û moralekî mezin li dora şoreşa 19’ê Tîrmehê bibin yek,  ji bo parastin û mezinkirina destketiyan timî di nav têkoşînê de bin.

Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê

19.07.2025  

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button