Nameya min a ji Rêber Apo re

Zarîn Çewlik

Rêberê min, di serî de weke hevaleke jin ez hezkirin û bêrîkirinên xwe yên bêdawî ji we re dişînim. Niha di vê pêvajoyê de li giştî cîhanê mirovên azadîxwaz heyranên fikrên we yên gerdûnî ne. Hûn tenê ne ji bo Kurdan, ji bo hemû gelên bindest, jinên têkoşer û azadîxwaz çavkaniya jiyanê ne. Rêberê min ez gelekî ji we hez dikim. Ev hezkirina min a ji we re bêdawî ye. Navê min Zarîn e. Bi eslê xwe ji bajarê Çewlikê me, lê li Erziromê ji dayik bûme. Em wekî Dimilî tên naskirin. Dayika min ji Bedlîsê ye. Sala 2004’an tevlî nav refên Tevgera ku we afirandî bûme. Beriya ez tevlî Partiyê bibim min êşa ku jin dikişîne û qedera li ser wê hatiye alandin ji kûrahiya dilê xwe hîs dikir. Dema bavê min careke din zewicî û ji me veqetiya zextên apên min li ser dayika min her diçû zede dibûn. Vê jî dihişt ez di hundirê xwe de hêrseke mezin bijîm û lêgerînên min pêş bikevin.

Dema ez hatim qadên şoreşê, min nirxdayîna we û hevaltiya we ya rast a bi jinê re bihîst, wateya jin çi ye û çima ewqasî pîroz e min hîn bêhtir nas kir. Me weke hevalên jin li wargehên têkoşînê her tim li dijî hişmendiya zilamê serdest şer kir û em li hember wê ferasetê sekinin. Nameya we bi wesîleya 8’ê Adarê ji me hevalên jin re şand di asta moral û manewiyat de em bi hêz kirin. Dema ez zehmetiyan dikişînim hûn her tim tên xewna min û hêz didin min. Carekê min di xewna xwe de dît ku ez, heval Cemîl Bayik û Sozdar Avesta em dihatin Girava Îmraliyê, li gel we li keştiyê siwar dibûm û piştre ji xew şiyar bûm. Dema nebesiyên min derdikevin, hûn ji min re dibin hêz, min bi jiyanê ve didin girêdan. Ez hevaleke gazî me. Min di nav refên têkoşîna azadiyê de şer kir û bi giranî birîndar bûm.

Di encama birîndariyê de ez felc bûm û nikarim biaxivim. Lê tevî wê jî girêdanbûna min a bi jiyanê û tevgera fedaî re hîn zêdetir mezin bûye. Ez dikarim bejim ku hîn zêdetir bi we ve hatime girêdan. Hêviya min a jiyana azad û wekhev hûn in. Rêberê min ez dixwazim werim cem we. Bi we re diyalog bikim, we guhdar bikim. Jixwe her dem ez xeyal dikim ku we bibînim û em hemû bi we re biçin ser sûrên Amedê, gelê Kurd û dostên wan silav bikin. Rêberê min peyama we ya 27’ê Sibatê gelekî bi bandor û hêja bû. Peyama we tevahî gelê Kurd li çar parçeyên Kurdistanê, Rojhilata Navîn û cîhanê kir nav kelecan û coşeke pir mezin.  Ji bo me weke ronesansekê ye. Mejî, wijdan û dilê me rohnî kir. Rêberê min em heya mirinê jî bi we re ne. Hûn ji bo me fikir, raman û jiyana azad in. Em tenê bi we dikarin serê xwe di nava mirovahiyê de bilind bikin û bêjin, “Em hene û azadîxwaz in.”

Ez ji dil û can we silav dikim û dibêjim canê me ji bo we, feda ye Rêberê min. Soz didim ez ê her hewl bidim layiqî keda we bim, xwe xurt bikim da ku ez rabim ser piyan û têkoşîn bikim. Silavên min ên ji dil û can ji we û hevalên li cem we re pir in. Hêviya min bi we xurt e Rêberê min. Hûn ê me bigihînin serkeftinê.

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button