Divê em bi xurtî xwedî li pêvajoya Rêber Apo daye destpêkirin derkevin

Asya Weşûkanî

HPG’ê 9’ê Nîsanê ragihand ku dewleta Tirk êrîşên xwe yên hewayî û bejahî qet kêm nekirine, her bi berdewamî êrîşî ser Heremên Parastinê yên Medya dikin. Her wiha tê destnîşankirin ku di wan êrîşan de gazên kîmyewî û bombeyên fosfor tên bikaranîn. Ev jî dide nîşandan ku dewleta Tirk weke her carê di înkar û qirkirina gelê Kurd de israr dike. Wer xeyal dike ku wê mîna berê bi rêbazên komkujiyan gelê Kurd bêdeng bike. Lê li gorî em dîrokê lêkolîn dikin û roja heyî jî dişopînin, pir bi zelalî diyar dibe ku vê carê wê weke her carê nebe. Dibe ku dewleta Tirk bi windahiyên dîrokî re rûbirû were. Jixwe weke tê zanîn Kurdên Apoyî pir şerker, ji xwe bawer û xwedî îradeyeke mezin in. Divê were zanîn ku Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) bi hesanî nehatiye avakirin. 50 sal in têkoşîneke bêhempa dimeşîne, berxwedaneke dîrokî pêş xistiye. Li gorî em dişopînin û dibînin roj bi roj qadên wê yên têkoşînê, dost û hevrêyên wê zêde dibin.

HPG’ê li dû Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo agirbest îlan kir. HPG’ê di daxuyaniya xwe ya têkildarî êrîşan diyar dike ku artêşa Tirk bêserûber êrîşên xwe li ser qadên wan zêde kirine û mafê wan heye ku xweparastinê bi awayekî aktîf pêk bînin. Naxwe mirov dikare bibêje ku dewleta Tirk pir şaş nêzî peyama Rêber Apo dibe. Hewl dide vê bangê û agirbestê ji xwe re veguherîne firsendeke ku zerareke mezin bide Tevgera Azadiyê. Tekez ev jî tê wê wateyê ku dewleta Tirk gelekî xeternak dihizire. Bêguman wê siyaseta wan a şaş sedsaleke din bi wan bide windakirin.

Rêber Apo tevî 26 salan li Girtîgeha Îmraliyê ye, 52 salên xwe di têkoşîna azadiya gelê Kurd de derbas kiriye. Hîn jî di azadiyê de israr dike. Rêber Apo bi dehê caran hewl daye bi rayedarên dewleta Tirk bide fêmkirin û wan îqna bike ku dev ji înkar û qirkirinê berdin, pirsgirêkên gelan çareser bikin. Lê dewleta Tirk weke her carê pêvajoyê sabote dike. Li gorî nêrîna min dewletên navendî yên sermayedar û emperyalîst, dibin sedema bingehîn a bêçaretiya dewleta Tirk û tekez wê dewleta Tirk di nav şerekî dijwar de bifetisînin. Dewleta Tirk û hikûmeta Erdogan xwe kirine bin hukmê dewletên derve yên navendî û ev jî wan ber bi deryayeke xwînê ve dibin.

Ez di vê mijarê de wiha dihizirim û dibêjim ku pêwîst e rayedarên dewleta Tirk hişê xwe bînin serê xwe û ji çareseriyê re hazir bin. Ev demeke dirêj e ku Rêber Apo ji bo çareseriya demokratîk di asteke bilind de têkoşîn dike. Lê dewleta Tirk her hewl dide ked û têkoşîna Rêber Apo vala derxe û şer zindî bike. Rêber Apo zêdetirî nîv sedsal e ji bo azadiya mirovahiyê têkoşîn dike û jêre hevkariyeke xurt pêwîst e. Divê herkes bi rola xwe rabe, bi xurtî xwedî li bang û pêvajoya Rêber Apo daye destpêkirin derkeve.

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button