Serketin teqez wê ya me be
Leyla Weşûkanî
17’ê Kanûna 2010’an li Tinûsê firoşkarê gerok Muhammed Bûezîzî yê piştî wezîfedarên şaredariyê dest danîn ser erebeya wî agir berda bedena xwe, 4’ê Çileya 2011’an li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Bi xweşewitandina Muhammed Bûezîz re gel li Tunisê li hember pergala zordar a Zeynel Abidîn Bîn Elî rabû ser piya. Ev serhildan pêl bi pêl li welatên din ên Ereban pêş ket. Mihemed Bûezîzî jî bû îlhama, şoreş û serhildanên gelan.
Îro em dibînin ku careke din rewşa Rojhilata Navîn bi şer û gengeşeyan dijwar bûye û şerê cîhanê yê pir nû hatiye destpêkirin. Gelên herêmê dîsa ketine nava aloziyên pir giran.
Weke tê zanîn mebest û armanca êrîşên Îskenderê Makedonî yê Zûlqarneyn ên derdora B.Z. 330 dagirkirina Rojhilata Navîn bû. Îngilîzan di sedsala 18’an de ji bo dagirkirinê êrîşî herêmê kirin. Di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de jî Fransa û Îngîltere herêm di nav xwe de parçe kirin. Kurdistana di navbera Împaratoriya, Safewî û Osmaniyan de hatibû dabeşkirin kirin çar parçe û heya roja me ya îro jî wer berdewam dike.
Îro jî zebaniyên li ber deriyê dojehê serê xwe li hember gelan rakirine, meydanê li wan dixwînin û careke din Rojhilata Navîn dibe gola xwînê.
Şerê heyî cîhanî ye û hêzên sermayedar ên navendî li cihê pergala desthilatdar lê lawaz bûye şer û pevçûnan gur dikin. Desthilatdarî valatiyê qebûl nake û hema tijî dike.
Pergala Sûriyeyê ya Esed gelekî lawaz û pasîf bibû. Ev jî bû sedem ku şer li Sûriyeyê bidin destpêkirin û gelên herêmê xistin nav pevçûneke bêserûber. Li pişt vî şerî dewletên dirinde ên weke Rûsya û Amerîka hene. Şerê li Ûkraynayê jî qet ji vî şerî qut nîne. Bi heman armancan dewletokên Rojhilata Navîn ên neteweperest li hemberî hevdu sor dikin, dixwazin herêmê bê mirov bihêlin.
Dewleta Tirk a dagirker û faşîst jî weke her tim dixwaze ji rewşa îro li herêmê derketiye holê sûd bigire, lê divê şefê faşîst Erdogan ji bîr neke ku em di dema Împaratoriya Osmaniyan de najîn û wê ew xeyalên wan ti carî bi cih neyên.
Niha dixwazin li hember Kobanê ya di berxwedana li dijî çeteyên DAIŞ’ê de bû sembola qehrematiya şervanên azadiyê dagir bikin. Divê zanibin ku Kobanê ji bo me xeta sor e û em ê qet rê nedin ku gava xwe biavêjin ser xaka Kobanê. Weke fedaiyên xak û gelê xwe heya dawiyê em ê di nav berxwedana herî mezin û pîroz de bin.
Pêwîst e, em bi hev re bêyî ferq û cudatiyan bixin nav xwe têkoşîn bikin. Bi taybet jî jin û ciwan divê her kes xwe ji bo şerên giran amade bikin. Gelê Kurd jî divê di nav xwe de yekîtiyê çêbike û rûmeta xwe biparêze. Pêwîst e careke din dîroka reş dubare nebe û em ji derfetên derketine holê bêpar nemînin. Em bi hêza xwe ya cewherî dikarin dîrokê berevajî bikin û bi ser bikevin. Jixwe ezmûna me ya şoreşa Rojava heye û em dikarin vê şoreşê bi serketineke herî pîroz tacîdar bikin.
Li ser vî bingehî careke din em li bang li tevahî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin ku xwe bikin yek, xak û pergala xwe biparêzin. Bi taybet jî jin û ciwan, her kesê ku destê wan çekê digire werin em tev bi hev re xak û rûmeta xwe biparêzin û serketin teqez wê ya me be. Tevahî gel û neteweyên, Kurd Ereb, Suryan, Ermen, Kildan, Tirkmen û hwd. hewce ye em pêkve xak û pergala xwe ya xweser biparêzin.