Ji gaziyên şer heya xelkê ji bajarên dagirkirî her kes bi alîkariya koçberên Lubnanî rabûne
Di çarçoveya hemleya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de xelkê Hesekê, koçberên Serêkaniyê û gaziyên şer li gor derfetan alîkariya şerzedeyên Lubnanê dikin.
Ji ber êrîşên Îsraîlê yên li ser Lubnanê, gelek mirov ber bi herêma Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hatine. Rêveberiya Xweser şêniyan pêşwazî dike û ji bo pêwîstiyên wan di nav liv û tevgerê de ye.
Li ser vî esasî li bajarê Rojavayê Kurdistanê Hesekê Heyva Sor a Kurd, bîrbirina xelkê herêmê û hevkariya wan a bi koçberên Lubnanê re pir baş nirxandiye û li ser wî esasî kar û barê xwe bi rêxistin dike.
Heyva sor a Kurd li ser helwesta xelkê bajêr, çûye bernameyeke wiha ya tijî hesten mirovî. Konên alîkariyê yên ji bo koçberên Lubnanê hatine vekirin rastî eleqeyek mezin tên. Herî zêde jî jin û zarok, her wiha koçberên Serêkaniyê û gaziyên şer ên Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwe li bin konê alîkariyê digirin û li gorî derfetên xwe alîkariya gel dikin.
Her çi qasî gelê Rojava bi sedema şerê dijwar û ambargoya li ser welat zehmetiyê dikişînin jî alîkariya xwişk û birayên xwe yên koçber dikin. Jixwe gelek şêniyên bajarê Hesekê jî koçberên bajarê Serêkaniyê yê dagirkirî ne û li vir diyar dibe ku yên heman êş kişandine hîn zêdetir hevdu hîs dikin. Gelê herêmê bi girseyî berê xwe didin konan û her çi ji destê wan tê dikin da ku koçberên Lubnanê xerîbî û tinebûnê nejîn. Xelkên bajar ji dil û can alîkariya penaberan dikin û alîkariya şerzedeyan dikin.
Weke ragihandina Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi qasî em dişopînin xelkê bajar di warê hestiyarî û wijdanî de gelekî ji rewşa koçberên Lubnanê bandora dibin û li ser wan bingehan berê xwe didin ser sindoqan û tişta destê wan tê texsîr nakin.
Zarokekî bajarê dagirkirî Serêkaniyê yên li bin konê alîkariyê ji ajansa me re axivî, got: “Ez jî tevî dayika xwe hatime alîkariyê bi zarokên koçberan re bikim. Gelekî dilê min bi wan ve dimîne û dema ku ez wan zarokan dibînim. Tê bîra min bê çawa tevî malbata xwe me ji bajarê xwe bar kir.” Xebatkarên Heyva Sor ji wî zarokê bi navê Rêzan pirsîn û gotin “Te bi wan zarokan re çi alîkarî kiriye?” Rêzan bersiv da û got, “Min kenzeyek û pêlîstokek ji wan re aniye. Ji ber ku dema me ji bajar koç kir ne kenze û ne jî pêlîstokên me hebûn. Ji bo vê min ev ji wan re anîne.”
Tê dîtin ku yên herî zêde alîkariyê bi koçberan re dikin jin û zarok in. Jixwe bi piranî jin û zarok zerarê ji şer û tundiyê dibînin. Xebatkar ji dayika bi navê Fatma ya bajarê Serêkaniyê pirs dikin û dibêjin, “Li ser çi esasî tu vê alîkariyê dikî?” Dayik jî dibêje, “Wele dilê me bi gelê Lubnanê û tevahî gelên koçber dişewite. Em dixwazin bi wan re alîkar bin. Wele rewşa me gelekî xerab e û em xizaniyek reş dijîn. Xwedê mala Tirko xerab bike, Erdogan xêrê ji xwe û zarokên xwe nebîne.” Dayika Fatma dema got, “Koçberî gelekî zehmet e” rondik ji çavên wê yên melûl bariyan û hew dikarî biaxive. Bi rastî dilê mirovan tê givaştin û mirov hew xwe digire ku bi wan koçberan re rondikan nebarîne, li ser wan destanan nehûne. Ma gelo ne dojeha sotîner e ew jiyana wan?
Dayika Zeyneb jî ku tevî keça xwe ya 10 salî Rewneq hatibû bin konê alîkariyê, bi dilekî bi şewat wiha got: “Em jî koçberên bajarê wêrankirî Serêkaniyê ne. Em herî zêde zehmetî û êşên koçberan fêm dikin. Bi rastî teqez ên êş û derdên wan wek hev bin hevdu fêm dikin. Dayika Zeyneb gotinên xwe berdewam kir, “Keça min, em Kurd li ser xaka welatê xwe her koçber in, lê bi saya Rêber Apo û şervanên xwe yên qehreman, wê dawî li koçberiya me bê û hêviya me pir mezin e.”
Dayika Xecê jî kesereke kûr kişand û got, “Erê law, sala 2020’an û di rojek weke îro de dilê me lê dida. Me meraq dikir, gelo wê kengî şer dest pê bike û wê encama vî şerê çawa be? Erê law di dawiyê de jî me dît bê ka şer me gihand ku derê û niha jî çi êşê bi me dide kişandin. Lê dema em li tevahî cîhanê jî temaşe dikin em dibînin ên wek me pir in.” Bi rastî dayika me Xecê gelekî xweş û bi mantiqî peyivî. Niha li tevahî cîhanê şerekî dijwar heye û di encama şer de bi hezaran mirov koçber dibin. Sedema wî şerî jî hişmendiya desthilatdar û dewleta netewe ye.
Mamê Mistefa da xuyakirin ku tevî şer û berxwedaniya bêhempa jî bajarê Serêkaniyê û Girê Spî hatin dagirkirin û got, “Niha jî em koçber in. Rojane dewleta Tirk bi balafirên xwe yên bêmirov xelkê sivîl şehîd dike.” Mamo wiha berdewam kir, “Jixwe hîna jî wê çi derkevin pêşiya me diyar nîne. Lê eger em rast xeberdin, wele em pir bûne û dijmin hew bi me dikare.”
Jina ciwan Rûken jî wiha peyivî “Em ji hemû zor û zehmetiyan re hene, lê rewşa Rêber Apo û tenduristiya wî me gelekî bandor dike. Vaye 26 sal di ser Komploya Navneteweyî re derbas bû, lê hîna jî ti agahiya me ji Rêber Apo nîne. Ev jî êşa herî mezin e.”
Mamê Xelef jî ku ji pêkhateya Ereb e û endamê Hêza Cewherî ye bi hêrs peyivî û got: “Em li welatekî ne ku navenda Şerê Cîhanê yê Sêyemîn. Pêwîst e, em jî weke tundiya şer, li hemberî dijmin û dagirkeriya Tirk tund bin. Li hember dewleta Tirk û çeteyên wê yên bajarê me Serêkaniyê zeft kirine divê em têkoşînek pir xurt bikin.” Bi rastî ji hêrsa gel û helwesta wan a xweparastina cewherî ya li ser rêgezên Şerê Gelê Şoreşgerî hêz dide mirovan.
Jixwe dayika Semîra xwe li cihê xwe negirt, dest bi xeberdanê kir û got, “Pêwîst e, em qet bêhêvî nêzîkatiyê raber nekin. Em bi zarokên xwe yên fermandar û şervanên azadiyê serbilind bin.”
Li bin konên alîkariyê tişta din jî ya bala me kişand jî helwesta hevalên gazî û alîkariya wan a bi penaberan re bû. Ev jî cihê şanaziyê ye. Tevî hevalên gazî di hêla madî de gelek tengasiyên xwe hene, kêm be jî alîkariya penaberên Lubnanê dikin û ev jî rewşeke pir watedar e.
Di dawiyê de tevahî kesên amade helwesta xwe ya li hemberî Komploya Navneteweyî ya li ser Rêber Apo û dagirkirina her du bajarên kevnar û dîrokî Serêkaniyê û Girê Spî raber kirin, soz dan ku têkoşîna xwe heya serketinê bidomînin. Tevahiyan diyar kirin ku wê tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo bişikînin û her sê bajarên dagirkirî rizgar bikin.