Ji vegotina Şehîd Sorxwîn Dêrsîm berxwedana Kobanê
Dema rûpelên dîrokê 15’ê Îlona 2014’an nîşan dida çeteyên hov ên DAIŞ ê bi piştgiriya dewleta dagirker a Tirk li hember Kobanê ji sê aliyan ve dest bi êrîşan kirin. Li hemberî wan êrîşan di pêşengiya hêzên YPG-YPJ’ê de berxwedaneke destanî hat meşandin û piştî şerekî 4 mehan li dijî çeteyên DAIŞ’ê û hêzên li pişt wê serketineke dîrokî hat bidestxistin.
Yek ji şervan û fermandara azadiyê ya ji Rojhilatê Kurdistanê bajarê Makû, berê xwe da şerê Kobanê û di vî şerî de çavekî xwe feda kir, şehîd Sorxwîn Dêrsîm bû. Şehîd Sorxwîn hem ji şerê Kobanê heya azadiya Kobanê, hem jî tevî birîndariya xwe di pêvajoya jinûvesazkirina Kobanê de bi awayekî çalak cihê xwe girt. Bi birîndarên şer re eleqedar bû, bi germahî malbatên ku koçber bibûn pêşwazî kir, bi pêwîstiyên malbatên şehîdan û jinan re ji nêz ve eleqedar bû. Wê, ne tenê Kobanê ji çeteyan parast, her wiha Kobanê hembêz kir û birînên wê kewand. Di 11’ê Sibata sala 2024’an de li bajarê Qamişlo hevrê Sorxwîn bi hevala xwe Azadî Dêrik re di encama êrîşa hewayî ya faşîzma dewleta qirker ya Tirk de, gihişt şehadetê.
Şehîd Sorxwîn şerê Kobanê û hestên xwe di hevpeyvînekê de wiha anîbûn ziman:
“Dema em gihiştin Kobanê, bi dijwarî dengê çekan bi taybet jî dengê hawan û tankan dihat. Asîmanê Kobanê ji ber bombebaranan reş bibû. Em di saet 3’yê êvarê de gihiştin Kobanê. Em derbasî malekê bûn. Em hîna rûneniştibûn hawanek li pêşiya mala em lê diman ket. Ji bo tişt bi hevalan neyê, em ji wir birin mala piştê. Bi qasî dengê sîlehan pir dihat, em şaş diman ku ji kîjan alî ve êrîş tê. Jixwe şerekî giran bû, mirov şaş dima ku hawan û fîşek, an jî obîs ji kîjan alî ve tên avêtin. Çeteyên DAIŞ’ê bi qîrîna “Elahû Ekber” û dijûnan êrîş dikirin. Her cure çek di destên wan de hebûn.
Dema em nû hatin Kobanê, hevalê Gelhat em pêşwazî kirin. Ji min re got; ‘Eniya herî zêde şer lê dijwar e, milê rojhilat e. Ger tu bixwazî tu dikarî derbasî wir bibî.’ Ez jî derbasî eniya Kaniya Kurdan bûm. Li wir hevalan ji min re got; ‘Eger tu di nava sê rojan de şehîd nebî, êdî tiştek bi te nayê. Ji ber tê êdî tarzê dijmin fêr bibî, karibî xwe biparêzî û şer bikî.’
Di şerê Kobanê de me li ber dîwaran, nav kolanan û li ser xaniyan şer kir. Beriya wê me ti carî şerekî bi vî awayî nekiribû. Em li Kobanê fêrî şerê bajaran bûn. Hemû tecrûbeyên me di wî şerî de qezenc kir, bi saya şehîdên me ye. Ji ber ku di her zehmetî û windahiyekê de em fêrî dersên mezin jî bûn. Bi wêrekî û qehremaniya şehîdan re me heya astekê êrîşên çeteyan şikand. Tevî zor û zehmetiyên şer pir jî bûn, pirî caran em bêyî cebilxane, lojîstîk û hêza teqwiye diman jî hemû şert û mercên giran, îradeyeke mezin jî hebû. Her kesê beşdarî şer bibû, xwe bi azadî û serketinê re kilît kiribû. Lewre me karî hemû zehmetiyan bi rûkenî û baweriyeke mezin derbas bikin. Vê hêz û baweriya xurt hişt ku em rojane pêşve biçin û serketin jî pêk bê.
Bi banga Rêber Apo re, gelê Kurd sînor rakirin û bi cesareteke mezin derbasî bajarê berxwedanê Kobanê bûn. Tişta mirov pê diêşe, pir ji wan qehremanên mezin bi hesreta rizgariya Kobanê şehîd bûn. Pir kes hîna li Kobanê av venexwaribûn gihiştin şehadetê. Bi taybet ez vê ji bo gelê Bakurê Kurdistanê dibêjim. Hêrsa wan pir diyarker bû. Her wiha ji hemû beşên Kurdistanê gel rabû ser piyan. Şerê Kobanê ji bo tevahî gelan bû hêviya azadiyê. Ji ber hebûn û tinebûna azadiyê pêve girêdayî bû. Ger Kobanê biketa, tiştek bi navê Kurd nedima. Ji bo wê yên tevlî vî şerî bûn, hemû hêza xwe xistin tevgerê ji bo serketina Kobanê. Bi armanca serketinê gelek taktîkên cur bi cur, li gorî stratejiya demê pêş ketin. Di encamê de Kobanê neket û bi serfirazî azad ma.
Her çi qas çeteyên DAIŞ’ê di wî şerî de derba mirinê dixwarin jî, bi alîkariya eşkere ya dewleta dagirker ya Tirkiyeyê re xwe ji nû ve kom dikirin. Dewleta Tirk bi hemû rêbazan piştgirî dida DAIŞ’ê. Nexweşxaneyên xwe yên taybet xistibûn xizmeta DAIŞ’ê. Ev tiştên ez niha bi lêv dikim, me bi çavên xwe dîtin, ne ku me ji derdorê bihîstine. DAIŞ weke amûrekî di destên Tirkiyeyê de ye. Lewra mirov nikare armanca wan ji hev cuda bigire dest. Armanca wan qirkirina nasnameya Kurd û hebûna gelê Kurd bû. Lê şervan û şoreşgerên welat jî pêşiya wan girtin.
Di şexsê hemû şehîdên di wî şerê giran de bi xwîna xwe Kobanê parastine, mirov şahidiyê ji nirxên mirovahiyê re dike. Yanî ez dikarim bêjim rizgarkirina Kobanê bi saya şehîdên berxwedêr bû. Ti pênûs û lênûs têra nivîsandina wesfa şehîdan nakin. Ev şer şerê hebûn û tinebûnê bû. Me dizanî yan em ê şer bikin û ser bikevin, yan jî em ê bin bikevin û bi zincîrên koletiyê bijîn. Lê me rêya şer û serketinê hilbijart. Ji ber wê jî me bi fedayîtî şer kir û hebûna xwe parast. Ev jî bi saya ked û qehremaniya şehîdan pêk hat.”