‘Em ê têkoşîna dilsozê gelan hevrê Tekîn Goyî bênavber bidomînin’

Hevrêyê me Tekîn Goyî (Îsmet Unver) ê piraniya xwe temenê xwe di nav Tevger Azadiyê ya Kurdistanê de derbas kir û weke gaziyekî şer bi felsefeya “pariyek û xirqeyek” têkoşîn kir, 19’ê Tebaxê di êrîşeke dewleta Tirk a dagirker û faşîst de şehîd ket.

Hevalê me Tekîn Goyî yê bi salan weke şervanekî Apoyî li gelek qadên Kurdistanê têkoşîn û berxwedaneke bêhempa meşand, piştî di şerekî giran de parçeyek ji canê xwe da jî qet dest ji têkoşîna rûmetê berneda. Hevalê me Tekîn Goyî yê xwe bi bîrdozî û felsefeya Rêber Apo gurçûpêç kiribû, li gor nirxandina Rêbertiyê ya “Gazîtî Şerefek e. Bicihanîna pêwîstiyên wê ji bo vê şerefê şertê bingehîn e” di nav refên azadiyê de cihê xwe girt.

Heval Tekîn Goyî yê maneyeke girîng dabû gazîtiya xwe bi perwerdeya li cem Rêbertî dîtibû, li her qadên têkoşîn meşand ji bo hevalên xwe û welatparêzan timî bû mînak. Weke fermandar û milîtanekî Apoyî sînorên dagirkeran û hêzên emperyalîstan xêz kiribûn ji hiş û ruhê xwe rakiribû, ji bo parastina rûmeta gelê xwe berê da Rojavayê Kurdistanê da ku Kobaniya Rêbertî beriya bi salan gava xwe avêtibûyê biparêze.

Evîndar û dilsozê gelan hevrê Tekîn ji bo mirov bi xwişk û biratî pêkve bijîn, di nav kar û xebatên şoreşê de ku cih girt, bêrawestan bi îrade û coşeke bêhempa xebat meşandin.

Weke Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê em van êrîşên nemerdane û tirsonek ên dewleta Tirk a dagirker bi tundî şermezar dikin. Dewleta dagirker, noker û hevkarên wê divê zanibin ku mehkûmî têkçûne ne.

Weke hevalên gazî em ê ala hevrêyê xwe Tekîn Goyî her tim bilind bikin. Ji bo hêvî û xeyalên şehîdan bi serketinê werin tacîdarkirin em ê têkoşîna xwe di asta herî bilind de pêş bixin.

Ji malbata hevrêyê me Tekîn Goyî û tevahî gelên me yên herêmê re em sersaxiyê dixwazin. Em soza xwe ya ku em ê têkoşîna hevalên xwe yên şehîd bêteredut ji her demê zêdetir bimeşînin dubare dikin.

Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê

31.08.2024

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button