‘Pêngava 15’ê Tebaxê ji bo gelên Rojhilata Navîn pêvajoyeke girîng e’

Rêber Abdullah Ocalan; “Pêngava 15’ê Tebaxê di destpêkê de wekî îro bi tenê bi aliyê xwe yê leşkerî ve sînordar nedihate nirxandin. Armanc jê ew bû ku nasnameya Kurdî bide ragihandin ku hem ji aliyê dîrokî hem jî ji aliyê rojane ve dihat înkarkirin û tune dihat hesibandin.”

 

Pêngava 15’ê Tebaxê dikeve salvegera xwe ya 40’emîn. Li Dihê, pêla destpêkê ya fîşekan bi pêşengiya Mahsûm Korkmaz (Egîd) hate reşandin û îro li çar parçeyên Kurdistanê gihaşt her quncikekî. Ev gule îro di ronîkirina gelên Rojhilata Navîn û cîhanê de rola xwe dilîze.

Rêber Apo di nirxandineke têkildarî pêngava 15’ê Tebaxa 1984’an de wiha dibêje: “Îfadeya herî rast e ku çalakiyên 15’ê Tebaxê wek xweparastina rastiya gelekî ku dixwazin bi tevahî tesfiye bikin, bê pênasekirin. Dibe ku ev yek wek êrişê xuya bike, lê di esasê xwe de hişyariyeke gel e ku dixwaze bibêje ‘ez gel im, min îmha neke’. Bi taybetî bersiva li hemberî pêkûtiyên li zindana Amedê û qîrîna ’em ê dest ji hebûna xwe bernedin’ e; her wiha gotinên Mazlûm Dogan ên ‘divê dengê me ji cîhanê re bê ragihandin’, gotinên Mehmet Hayrî Durmuş ên ‘hûn nikarin hebûna me bidin înkarkirin’ û biryardariya Kemal Pîr a ‘rizgariya gelê Tirk jî bi têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd dibe’ ji bo bersivandina van gotinan şerekî pêwîst dikir.”

Darbeya leşkerî ya faşîst a 12’ê Îlonê hemû welat veguherand zindanekê, bi taybetî zindana Amedê û bi îşkence, zindan û înfazan re ferman li tevahiya civakê hate birîn. Li vir çalakiya 15’ê Tebaxê pêk tê. Artêşa gerîla ya Hêzên Rizgariya Kurdistanê (HRK) jî bi pêşengiya Mahsûm Korkmaz  damezirandina xwe ragihand.

Rêber Abdullah Ocalan bi berdewamî destnîşan dike ku pêvajoya pêngavê ji bo pêşketina gelên li Rojhilata Navîn û bi taybetî jî gelê Kurd, pêvajoyeke girîng e.

Em nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan yên der barê Pêngava 15’ê Tebaxê yên di demên cuda de bi we re parve dikin.

Rêber Apo di nirxandineke xwe de wiha dibêje: “Pêngava 15’ê Tebaxê di destpêkê de wekî îro bi tenê bi aliyê xwe yê leşkerî ve sînordar nedihate nirxandin. Armanc jê ew bû ku nasnameya kurdî bide zanîn ku hem ji aliyê dîrokî hem jî ji aliyê rojane ve dihat înkarkirin û tune dihat hesibandin. Bi taybetî di demekê de ku piştî 12’ê Îlonê siyaseta îmhayê ji bo tevgera PKK’ê zêdetir li ser zindanan û gel hate meşandin, di heman demê de armanc dikir ku nîşan bide ku şoreşgerî nikare bi dawî bibe û li hemberî îşkenceya sîstematîk êdî bê bersiv nemînin. Zêdebûna tundiyê ku ji hêla serdestan ve hatiye ferzkirin, ji destpêka damezirandina tevgerê ve û bi 12’ê Îlonê re, hewcedariya parastina çekdarî derxist asta pêngaveke bi vî rengî.”

‘15’Ê TEBAXÊ BERSIVA QÎRÎNA DI ZINDANA AMEDÊ DE BÛ’

Rêber Apo diyar dike ku 15’ê Tebaxê bersiva îşkenceya li zindana Amedê û qîrîna “em ê dest ji hebûna xwe bernede” bû û wiha rave dike: “Her wiha gotinên Mazlûm Dogan ên ‘divê dengê me ji cîhanê re bê ragihandin’, gotinên Mehmet Hayrî Durmuş ên ‘hûn nikarin hebûna me bidin înkarkirin’ û biryardariya Kemal Pîr a ‘rizgariya gelê Tirk jî bi têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd dibe’ ji bo bersivandina van gotinan şerekî pêwîst bû. Ev hemleya şer bersiva wê ye ku li ser esasê ‘serdema we ya bindestî û kedxwariya bêsînor a li ser gel derbas bûye û dema me ya ji bo jiyana azad hatiye’ li dijî hêzên olîgarşîk û despot ên din, bi taybetî hêzên olîgarşîk ên Tirk û Kurd. Ji bo ku hemdemî û bi rûmet bijî, bedeleke pêwîst e. Ev bedel şerê gel bi xwe ye. Wekî din, ne mimkun e ku ji hêzên olîgarşîk û despotîk ên ku ew ji çar aliyan ve dorpêç kirine, rizgar bibin. Heta ku li dijî her cure hêzên olîgarşîk û despot şerê xwe yê xweser bike, dê bibe gelekî birûmet û azad.”

Rêber Apo wiha dibêje: “Girtin, rastiya ku heçku xwe gelekî bi erzanî dan girtin, windakirina hêzê ji ber bêxemiyên biçûk, rê li ber lawazbûna baweriyê vekir. Wek destwerdanekê, qonaxeke din a tevgera PKK’ê ku em jê re dibêjin serdema sêyemîn, bi têkbirina tevgera dij-şoreşê ya mezin a di xala jidestdayîna vê hêviyê û başbûna di asteke bilind de, pêk hatiye. Wateya derketinê jî ev bû. Bi taybetî di salvegera yekemîn a Şoreşa 15’ê Tebaxê de serokê Fermandariya Giştî ya Tirk got “Ev tevger li hundir bi dawî bû; yên mayî jî bermahiyên şûran bûn. Lê belê vê tevgerê xwe li derve ji nû ve afirandd.” Bi rastî, ew nirxandinek rast bû. Her çi qas di hundir de wê demê serdemek dîrokî hebûya jî ji bo piştî wê çalakiyeke cuda ya jiyanê dixwest.”

Rêber Apo wiha dibêje: “Piştî sala 1980’yan berxwedan û pêşketinên îdeolojîk-polîtîk wê di îfadekirina rastiya Kurd de wek rastî xwedî wateyeke mezin bûna. Wê pêngava dîrokî em ber bi berxwedana çekdarî ve birin û gel kişand nava şer. Li cihên ku her kesî dev jê berda, heqîqetê dikarî denge xwe bilindtir bike. Têkoşîna çekdarî di demên herî xurt û mafdar ê heqîqetê de deng veda. Ya ku qewimî jî ev bû. Her çi qas ji aliyê teknîk û taktîk ve pir baş dest pê nekiriye jî, tevgera 15’ê Tebaxa 1984’an di rastiya Kurd de pir deng vedaye. Kurdên ku dixwestin hebûna xwe hîs bikin, tevî hemû nexweşiyan jî pêl bi pêl beşdar dibûn.

Lê belê çalakiyên 15’ê Tebaxê derbeyek li dijî rejîma dagirker-faşîst bû û têkoşîna mafdar a welatê me û gelê me li hemû cîhanê belav kir û bi pêş xist.”

Di berdewama nirxandina xwe de rêber Apo wiha diyar dike: “Wê demê tu hêzan nedikarî êrişî vê têkoşîn û çalakiyên mafdar bike. Pêngava 15’ê Tebaxê bû yekemîn ku partiya me xwe bi awayekî stratejîk amade kir û dest bi pêvajoya têkoşînê kir. Dereng û qels be jî, li ser bingeha amadekariyên girîng û bi paşerojê re, piştî berxwedana zindanê ya li dijî rejîma 12’ê Îlonê, bû pêngaveke mezin a şoreşgerî.”

Girîngiya pêngavê ji aliyê gelek derdoran ve hatiye nirxandin. Rêber Apo nirxandina xwe wiha berdewam dike: “Têkoşîna li Kurdistanê beriya niha jî heye. Her wiha bikaranîna çekan jî hebû. Lê pêvajoya vegerê ji van hemûyan cudatir bû. Ev destpêk bi rêxistinî, amadekarî û plankirî, di xeta îdeolojîk-polîtîk de, di civakekê de ku dînamîka wê demeke dirêj hate perçiqandin û çewisandin, li Bakurê Kurdistanê ku gel dîsa ji bo rizgariya neteweyî rabû ser pêyan û di nav berxwedana çekdarî de bû. Di vî warî de ji têkoşînên din cudatir, bikaranîna çekê bû. Armancên wê hebûn. Dijmin didît û pênase dikir. Hedefên wê hebûn ku dixwest lê bide û rewşa xwe diguherand. Nîşan da ku êdî koletî, dagirkerî û îmhaya neteweyî qebûl nake û li dijî vê jî bûye xwedî hêz û wêrekiyeke ku li dijî vê bikeve nava berxwedaneke nû. Di vî warî de destpêkeke mezin, destpêkeke pir girîng, bi hişmendî, plankirî û birêxistinkirî, di dîroka berxwedanê ya gelê Kurd de bû berxwedaneke nû û nûjen. Aliyê leşkerî yê vê serketinê jî heye. Di civaka Kurd de yekemîn e, bi leşkeriya modern û zanista şer. Lewma bandoreke mezin li civakê kir.”

Rêber Apo destnîşan dike ku 15’ê Tebaxê di cîhanê û civakê de xwedî bandoreke mezin e û van xalên girîng tîne ser ziman: “Bi rengekî xurt dilê mirovan mest kir û di nava civakê de coşeke mezin afirand. Yên ku bi fikar bûn, xwe îqna kiribûn ku şoreşa me dê bişikê. Serwerên dewleta Tirk ên derbekar ên wê demê gotin ‘hin bermahiyên şûr li wir man’ û ji ‘bermahiyên şûr’ zêde pêşketin hêvî nekirin. Lê belê li hemberî derketineke bi vî rengî ya ji aliyê hêzekî bi vî rengî ve, bandoreke cidî û şok dîtin.”

‘VÊ PÊNGAVÊ EŞKERE KIR KU PÊŞKETINA LI KURDISTANÊ DÊ ÇAWA BÊ AFIRANDIN’

Rêber Apo diyar dike ku 15’ê Tebaxê bûye destpêka têkoşîna sîstematîk, birêxistinkirî û plankirî û wiha rave dike: “Her kesî berê xwe daye nirxandin û fêmkirina vê rewşê û bi têkoşîneke bi vî rengî re polîtîkayên xwe yên têkildarî Tirkiyê bi cih bîne. Berxwedana 15’ê Tebaxê, piştî pratîka Hîlvan-Sîweregê, tê wateya pratîka xurttir a xeta berxwedanê ya zindanê, destpêkirina têkoşîna nû û destpêkirina pratîka taktîkî ya partiyê. Ji ber ku partî hemû astengiyan derdixe pêşberî rejîma 12’ê Îlonê û ketiye nava pratîkeke ew çend watedar a pratîk, tê wateya pêşketineke girîng û destpêkeke nû. Pêşketina kadroyan û birêxistinbûnê, belavbûna rêxistinên partiyê li hemû qadan li ser esasê vê serkeftinê bi dest ketin. Vê serketinê eşkere kir ku pêşketina li Kurdistanê li ku dest pê dike û dê çawa bê afirandin. Pratîkbûn û rastbûna xeta partî û Rêbertiyê îspat kir.

Afirandin, parastin û başkirina pêvajoya 15’ê Tebaxê nîşan da ku ji bo kadroyên li qada Lubnan-Filistînê hatine perwerdekirin, pêşketineke girîng rû daye, bi rêya perwerde û pratîkbûyîna wê nûbûneke cidî hatiye kirin. Li vir pêwîst e hevrê Mahsum Korkmaz  wek nûnerê milîtaniyê bê bîranîn ku xeta taktîk a partiyê bi rengekî herî bibandor bi cih bînin. Hevrê Mahsûm sembola pêşketina gerîla ye. Serokatiya partiyê ew wek “sembola partîbûna di rizgariya neteweyî de” bi nav kir. Li dijî artêşa Tirk a dagirker şer dikir û ev dihat wateya ku li dijî NATO’yê şer dike. Hevalê Mahsûm li dijî dagirkeriyê çalakî pêk anî û derketineke lehengiyê kir ku berxwedana neteweyî afirand. Serokatiya partiyê ev pêvajo wek “Pêvajoya Lehengiyê ya Neteweyî” bi nav kir. Ev qehremanî bû ku netewebûn û berxwedana neteweyî afirand. Di wê pêvajoyê de vejîna neteweyî û lehengiya neteweyî geş bû.”

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button