Gaziyên şer û xelkê Cizîrê ji bo azadiya Rêber Apo meşiyan

Bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Girkê Legê meşeke girseyî hat lidarxistin. Di meşê de gaziyên şer li refên herî pêş cih girtin.
Meşa li Girkê Legê ya ku gaziyên şer, xelkê bajarên Dêrik û Çilaxa tevlî bûn, ji Qada Şehdî Xebat dest pê kir û li tevahî kolanên sereke dewam kir. Di meşê de wêneyên Rêber Apo hatin hildan û dirûşmên “Bê Serok Jiyan Nabe” hatin berzkirin.
Li sûka navendî, meş veguherî çalakiyeke mezin. Li wir endamê rêveber ê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ya Cizîrê Mihemed Ebdurehîm axivî û got daxwaza azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan temsîla vîna gelan a aştî û demokrasiyê dike.




