Dildarê jiyana azad: Sîpan Efrîn
Gulbend Efrîn

Heval Sîpan ne tenê doçkacî ye, di heman demê de parêzvanekî kevnar ê bax, baxçe, gul û daran e jî. Hunermendekî şer û jiyanê yê çiyayên azad û bilind bû.
Avakerê ziraviya bedewbûyîna di navbera Zagrosan, Torosan û Botanê de bû. Neqişand û koland kevir û mermerên xemla welat jî. Ji bo hemû zindiyên li wan çiyayan hekîmekî bêhempa bû. Piştî pişta xwe da çiyayan valahiyekî mezin li şûna xwe hişt. Xweza, dar, ber û hemû zindî bi hesret li pey wî dinalin. Eger mirov bêje parezvanekî magên Zerdeştê Kal ê serê çiyayên Zagrosan e şaş e.
Lİ Kuro Jehro ligel doçkaya xwe, gulistanek jî çêkiribû. Ji kaniyeke bi saetan ji nuqteya wî dûr li ser pişta xwe av dianî da ku gulên xwe av bide. Her wiha sîvorî, mirîşk, hesp û hwd. sewal jî xwedî dikirin. Hevrê Sîpan fermandarekî pir alî, dildarê jiyana azad bû.
Rêwiyên di ber nuqteya heval Sîpan re derbas dibûn, heyran diman. Hemû westandina xwe ji bîr dikirin. Jixwe kes ji sohbet û eleqeya wî ya ji heval û hevrêyan re qet têr nedibû. Xwarin û vexwarinên bi destên xwe amade dikir û çêdikir pêşkeşî mêvanên xwe dikir.
Ez yeqîn nakim ku heval Sîpan dilê kesekî hiştibe. Mutewazî, dilnizm û ewqasî jî hezkiriyê hevalên xwe bû.
Hevrê Sîpan di nav şert û mercên herî zor û zehmet de çavkaniya coş, kelecan û manewiyetê bû. Timî diafirand û ava dikir. Nedihişt kesek lawaziyê bijî. Ji berhem û bereketa çiyayên azad sûd digirt. Ji hemû hevalan re dibû bersiv. Ferq û cudatî nedikir nav hevalên nû û yên kevin. Ew kedkarekî Apoyî, şoreşgerekî dilsozê xaka pîroz bû. Cihê xwe di dilê hemû hevalan de çêkiribû. Bêguman xatirxwestina wî ya bêwext, bi awayekî fizîkî koçkirina wî ji nav hevalan weke derba xencerekê bû ya birîna wê bi salan nayê pêçandin.
Heval Sîpan bi destpêkirina şoreşê re berê xwe da Rojavayê Kurdistanê. Weke zanayekî mezin tevahî tecrûbe û zanebûna xwe daye şervan û gelê xwe. Hevrê Sîpan ê di fikir û felsefeya Rêbertî de pir kûr bû, ji perwerdekirina şervanan heya rêxistinkirina gel bi gelek kar û xebatan rabû. Di jêhatîbûna her şervan û fermandarekî de kedeke bêhempa ya heval Sîpan heye. Lewma şehadeta heval Sîpan di nav gel û şervanên azadiyê de bû sedema xemgîniyeke mezin.
Ev rastiyeke bênîqaş e ku wê heta hetayê keda heval Sîpan di ber hevalên xwe û gelê xwe de daye zindî be û ji nifşên nû re were behskirin. Şervanên perwerde kirine, kargehên bi destê xwe ava kirine, şoreşa Rojava dewlemend û xurt kirine.
Em pir bêriya hevalê xwe Sîpan dikin, lê bila her kes zanibe ti carî heval Sîpan ji me qut nabe û dûrî me nakeve. Di her kêliya jiyanê de bi me re zindî dijî.
Heval Sîpan em weke hevalên te em ê rojekê hevrêtî, ked, coş û kelecan û hezkirina bi Rêbertiyê re parve bikin. Em ê ti carî te ji bîr nekin. Di hemû proje û xebatên xwe de em ê te bi bîr bînin û bidin jiyandin.




