JIYAN XEMLEK E

Cûdî Cizîr

Bi ken û hevokên naveroka wan dagirtî, dixwazim dest bi nivîsa xwe bikim. Xemla jiyanê ne tenê beşeke dîtbarî ye. Wate, hest, reng û ked e ku rûyê cîhanê geş dike. jiyan bi hemû hûrgiliyên xwe, bi xweza, çandê û hebûna mirovan xemilandî ye. Ev xemil, herikîna rojan ji asayîbûnê derdixe û dikişîne asteke hunerî û felsefî. Ger xemla jiyanê bi dîtbarî çavên me ronî bike, xemla exlaqî û mirovî hundirê me germ dike. Jiyana herî rûmetdar, ew jiyan e ku bi nêrgizên mirovahiyê hatiye hûnandin.

Mirovahî bi sedsalan e bi destên xwe xemla jiyanê dewlemend kiriye. Xemla herî rastî û kûr, di dilê mirovan de veşartî ye. Jiyana bêxemil mîna bexçeyekÎ bê av û hişk e. Dema mirov destê hevdû digirin, xemla jiyanê dibe cîhaneke rengîn a ji aştî û rûmetê. Jiyan bi xwe xemleke dewlemend e. Her mirovek bi keda xwe, hestên xwe û parastina xwezayê, rengekî dide bedewiya jiyanê. Jiyana me pir bi reng e. Di kêliyekê de tu gelek hestan di nav hev de dijî. Jiyan xemleke ku em jî pênûsa wê ne. Jiyan ger wê hebe, wê bi awayek azad be, yan jî wê mafê me yê jiyanê qet nebe.

Mirov dikare bêje ku xemla jiyanê, felsefeyeke kûr, hunereke bêsînor û rûmeteke pîroz e ku hebûna mirov û gerdûnê watedar dike. Jiyan bi serê xwe ne tenê herikîna demê yan jî nefesstandineke asayî ye. Mîna bedewiyeke mezin û rengîn e ku her kêliyek, her hestek û her keda mirov weke ronahiyekê li ser tê hûnandin. Dema em li derdora xwe û li hundirê xwe dinêrin, em dibînin ku jiyan bi gelek pîvanan xemilandî ye. Xweza û mirov nîşaneya herî mezin a jiyanê ye. Her demsal, weke ku berhemeke hunerî ya nû pêşkeşî çavên me bike, rûyê erdê bi rengên cuda dixemilîne. Pîroziyên jiyanê, sembola vejîn û hebûnê ye. Bi şînbûna deşt, çiya, zozanan, bi vebûna gulên rengîn û bi zindîbûna ajalan, jiyan carekê din rûyê xwe yê herî geş nîşan dide. Kesên ku barê hemû demê girtine ser milê xwe, êdî gihiştine zanistiya xwe ya jiyana azad.

Mirovahiyê ji berê de, ji bo jiyana xwe ji rûtînbûnê rizgar bike, bi hiş, hest û hunerê xemilandiye. Helbest û çîrok, xemla herî nazik a hişê mirov in. Bi peyvan, mirov dikare cîhaneke nû û xeyalî ava bike û jyana rasteqîn pê bixemilîne. Bedewî û xemilandin bingehê herî saxlem ê jiyanê ye. Jiyana bê hezkirin, mîna axeke hişk û bêber e. Dema mirov ji jiyanê, xwezayê û hevrêyên xwe hez dike, her tişt wateyeke pîroz qezenc dike. Di nava civaka mirovan de dema ku destê alîkariyê dirêjî hevdu tê kirin, êş kêm dibin û şahî zêde dibin. Ev hevparî, xemla herî bedew a aştî û demokrasiyê ye. Jiyaneke bê azadî be, xemla wê kêm û şikestî ye. Têkoşîna ji bo jiyaneke bi rûmet û azad, nexşeya herî giranbiha ye ku mirov dikare mohra xwe li dîrokê bixe. Weke mînak, kenê zarokekî xemla herî pak û bedew a cîhanê. Zarok nûnerên pêşerojê û berdewamiya vê xemla pîroz in.

Jiyan weke rûpelek spî yan jî xemleke bedew e ku di destpêkê de tê pêşkeşkirin. Her mirovek, bi kiryarên xwe, bi ramanên xwe û helwesta xwe ya li hemberî gerdûnê, rengekî dide jiyanê. Eger em xezayê biparêzin, ji mirovahiyê re xizmetê bikin, huner û çanda xwe zindî bihêlin, em ê bibin nîşaneyên rastî yên vê jiyanê. Xemla jiyanê ne tiştekî amade ye ku em tenê lê binêrin. Yanî jiyan nirxekî wisa ye ku divê mirov bi keda xwe, roj bi roj  bedewtir bike. Jiyan rêwîtiyeke kurt û bi qîmet e ku ji kêliyên şabûn, êş, hêvî û têkoşînê pêk tê. Ew diyarî ye ku bi nefesê dest pê dike û bi bîranînan diqede. Rêber Apo dibêje; “Ey jiyan yan ez ê te bi azadî bijîm, an jî ez ê te mîna tu nehatiye jiyîn bihesibînim.” Bi vî awayî mirovatiyê têkildarî jiyanê dike xwedî perspektîfên vîn û azadiyê. Em bi Rêbertiya xwe re dijîn. Li gorî vê jî em ê Pêngava Aştî û Civaka Demokratîk bi ser bixin û bi wî ruhî ji jiyanê hez bikin.

 

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button