Cejna Vejînê pîroz be

Leyla Amûdê

Di destpêkê de ez Cejna Vejînê 15’ê Tebaxê li pêşengê gelan Rêber Apo, tevahî şehîdên têkoşîna azadiyê, gerîlayan, gelên me û mirovahiyê pîroz dikim. Rêber Apo Tevgera Azadiyê weke, Tevgera Şehîdan pênase kiriye. Li ser bingehê bîranîna şehîd Hakî Karer Partî damezirand û bi berxwedaneke bêhempa Kurd anîn roja me ya îro.

Gava em li dîrokê temaşe dikin em hîn baştir dibînin ku piraniya cejnên ji hêla gel, ol û neteweyan ve têne pîrozkirin destpêka têkoşîn û qonaxeke pîroz e. Pêngava 15’ê Tebaxê jî ji bo Kurdan rojeke pîroz û girîng a dîrok û jiana wan ji sedî sed di aliyê erênî de guhertiye.

Li Bakur û nexasim jî piştî sala 1938’an piştî tepisandina berxwedana Dêrsimê perdeya tarîtiyê kişandibûn ser gel. Bi makezagona 1924’an re qedexekirina ziman û çanda Kurdan dest pê kir. Bilêvkirina peyva Kurd bibû sedema cezayên herî giran. Dewleta Tirk bi temamî jîneke dojehî li ser gelê Kurd ferz dikir.

Li Başûrê Kurdistanê û nexasim jî piştî Aşbetal a 1974’an Saddam, serweriya xwe li her aliyê Başûr dabû rûniştandin. Li Rojhihatê Kurdistanê her çiqasî rehmetiyê Şehîd Ebdurehman Qasimlo hinek hewldan kirin jî têrê nekir.

Jixwe li Îranê desthilatdariya Xumeynî ya netewperestiya Îranî jî di bin kirasê Şîîtiyê de dabûn serwerkirin. Li Rojavayê Kurdistanê bi tenê di hêla çandî de hinek hewldanên lawaz ên hê ji heyama rojnameya Hawarê mabûn. Wan jî têrê nedikir. Xûlaseya gotinê ew e beriya 15’ê Tebaxê li tevahî Kurdistanê zilm û zoreke mezin serwer bû. Kurd ji rastiya xwe û ya welatê xwe baz didan. Te digot qey ji nexweşiya pençeşêrê direvin. Ji warê xwe û dê û bavan direviyan. Pêngava 15’ê Tebaxê gelê Kurd zindî kir û kir xwebûn.

Kurd bi vî rengî serwext bûn û li warê xwe xwedî derketin. Piştî salên dûrûdirêj ê vê têkoşîna muezem em niha di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de ne. Ji bo çareseriya pirsgirêkê gavên şênber tên pêşxistin. Pêwîst e her kes vê rastiyê bibîne û li gor wê tevbigere. Çareseriya di pêşengiya Rêber Apo de wê dawiyê li tundiya 30 hezar salî jî bîne. Li ser vî esasî û bi vê hêviya muezem em îsal Cejna Vejînê 15’ê Tebaxê pîroz dikin. Rêber Abdullah Ocalan ji tinebûnê hebûn çêkir, Kurdên li ber sêdarê bir ber maseya siyasetê, aştî û çareseriya demokratîk.

Em deyndarê Rêber Apo ne. Rêbertî em kirin xwedî hebûn û li tevahî cîhanê dan naskirin. Rêbertî ji bo me ronahî ye. Em ji tarîtiyê rizgar kirin. Di şexsê fermandar û qehremanê me Egîd (Mahsum Korkmaz) de gelê Kurd perdeya tirsê qetand. Îro jî berhema wî şerî ji her demê bêhtir xuya dike. Eger ew şer neba îro qala aştî û çareseriyê jî nedihat kirin. Ji bo wê fermandar û heval Egîd bi hurmet û minetdarî bi bîr tînim. Di şexsê pêşengê me Egîd de bejna xwe li hemberî hemû şehîdan ditewînim û wan bi bîr tînim.

Şehîd ronahiya rêya me ne. Em her dem li ser xeta wan ber bi serkeftinê ve dimeşin. Wê her ji bo me serkeş û pêşeng bin. Careke din ez vê roja vejînê li tevahî gele Kurd ê li çar parçeyên Kurdistanê û li dîasporayê pîroz dikim. Em xwedî li keda Rêber Apo û şehîdan derkevin. Ji bo em vê têkoşîna xwe bibin serkeftinê ev xisûs nebe nabê ye. Ez vê rojê li tevahî gaziyên şer, gerîlayên Kurdistanê, şervanên YPJ-YPG, hemû azadîxwaz û şoreşgerên sosyalîst pîroz dikim.

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button