Çeka herî mezin a jinê zanebûn û îradeya wê ye
Gaziya Şer Cûdî Cizîr
Yek ji çavkaniyên bingehîn ên di xeta sereke ya zanistên civakî de, rastiya jin e. Dema ku em bingehê hebûnî yê civakê, awayê şekildana wê û pêvajoyên pêşketina dîrokî lêkolîn dikin, eşkere dibe ku ti avahiyek teorîk û pratîk bi dûrxistina jinan hatiye avakirin nikare heqîqetê temsil bike. Ji ber vê yekê, ti hewildanek ji bo avakirina zanista civakî ku rastiya jinan nexe navendê, nikare paradîgmayek yekpareyî ava bike. Em bi rastiyên jinê re dijîn û milîtaniya Rêbertî ji xwe re esas digirin.
Zanebûna jinê hîmê sereke yê civakeke azad û pêşketî ye. Jin bi zanîn, fêmkirin û keda xwe jiyanê dixwemilînin, nifşan mezin dikin û rê li ber guherîna erênî vedikin. Civak bi zanebûn û tevlîbûna jinan a di nava jiyanê de digihêje ahengÊ. Zanebûna jinê ne tenê ji bo jinan bi xwe, ji bo hemû civakê mifteya pêşerojeke ronî ye. Zanebûna jinê, bingehÊ avakirin, geşkirin û azadkirina civakê ye. Mirov dikare welê jî bîne ser ziman; zanebûna jinê hişmendiya civakî, kûrbûna felsefî, parastina çandê û hêza biryardanê ya serbixwe ye. Jin weke mamosteya yekem a jiyanê, pêşeroja nifşan ava dike, pîvanên exlaqî û rewşenbîrî yên civakê diyar dike. Yanî zanebûna jinê di her qonaxeke jiyanê de guhertinên bingehîn çêdike. Jinên zana civakên zana ava dikin.
Zîhniyeta pergala mêrê serdest ya hezaran salan, li hemberî mafê avakirina jiyana civakî û jiyana azad a jinan, polîtîkayên qirkirinê yên bi kar tîne. Li hemberî van polîtîkayên qirkirinê yên bi hezaran salan e tê meşandin, ji xwedawenda dayik a Mezopotamya Îştar heya Sarayan, ji bo jiyaneke azad têkoşîn dane meşandin. Jinên Kurd ferasetek nû pêş dixin ku xitimandinên zanistên civakî û femînîzmê derbas dikin. Tevgera Azadiya Jinan weke îfadeya nivîsandina dîroka azad bûye, navê derxistina zanistiya azadiyê ya hatiye veşartin e. Vê jî bi xeta jiyana azad û sekna têkoşer a Sara, Bêrîtan, Zîlan û Semayan pêk tîne. Dîrokekê ku em nas bikin û bipejirînin, tenê dîroka van jinên leheng in ên giyanê xwe weke berdêl danîne holê.
Jina zana û aqilmend dikare keda xwe binirxîne, aboriya xwe bi destê xwe pêş bixe û nebe bindesta ti kesî. Pêşeroja welat di bin bandora perwerdehiya jin de şîn dibe. Lewra zanebûn, çeka herî mezin a jinê ye ya li dijî hişmendiya serdestî, urf û adetên paşvemayî tundûtûjiyê. Jin her tim bi pênûsên zîhniyeta desthilatdar a mêr gunehbar tê dîtin. Îro di dîrokê de û cîhana nûjen de, jinên zana, di qadên biryardanê û siyasetê de pêşengiyê dikin.
Di dîroka gelê Kurd de, tevî hemû astengî û zextên sîsteman, jinan her dem di warê zanebûn û rêberiyê de rola herî girîng lîstine. Civakeke ku têde jin ne zana be, her dem bi pirsgirêk e û nikare gavan ber bi ronahibînê ve biavêje. Ji bo em civakeke azad, wekhev û pêşketî ava bikin, rênîşanda civakê ya yekemîn perwerdekirin û bilindkirina zanebûna jinê ye. Divê were zanîn perwerdekirina mêrekî, perwerdekirina kesekî ye, lê perwerdekirina jinekê perwerdekirina civakê ye. Ji lewra zanebûna jin, bingehê avakirin, geşkirin û azadkirina civakê ye. Zanebûna jinê di her qonaxeke jiyanê de guhertinên bingehîn û radîkal çêdike. Pêşengên azadiya civakan jin û ciwan in.
Jin îro di aliyê agahî û zanistê de şexsiyeta xwe derdixe zanebûnê. Dibîne ku tiştên neyînî yên li ser hatine gotin bêbingeh in. Ji bo vê dixwaze hevpeymaneke nû çêbike. Ji sîstema desthilatiya zilam re vê dibêje, “Evqas sal ew tişt hatin gotin. Te hukmê çewt li ser min kir. Li ser vî esasî te ji navenda jiyana siyasî û polîtîk ez dûr xistim. Lê niha eşkere bû ku ew argumanên te çewt in. Ew egerên te çewt in.”
Wê demê pêdivî bi hevpeymaneke civakî ya nû heye. Ev daxwaz û xwestekên jinê li ser esasên wekheviyê ne. Temaşe dike ku bi sîstema kevn ev nabe. Ji bo vê li dijî sîstemê hêzeke berxwedanê ye. pirsgirêkên civakê bi yên jin û ciwanan re bûne yek. Îro ji her kesî zêdetir jin û ciwan bi sîstema desthilatdar re di nav nakokiyê de ne.
Îro li her çar parçeyên Kurdistanê felsefeya Jin Jiyan Azadî ya li ser bingehê ramanên Rêbertî hatiye avakirin, nîşan dide ku zanebûna jinê çawa dikare pergaleke nû ya jiyanê ava bike. Civak bi xwezayî jinane ye ango mê ye. Jiyana civakî şêweyek hebûnê ye ku têde têkiliya di navbera xwezayê û mirovahiyê de bi rêya zîhniyeta jinê tê damezirandin. Erka bingehîn a zanistên civakî ew e ku vî şêweyê hebûnê ji nû ve nas bike, pênase bike û ava bike.
Em bi sekna xwe, nûneriya jina azad dikin. Em şervanên Apoyî dixwazin felsefeyeke azadiyê pêş bixin. Jin hebûneke pîroz e ku bingehê jiyanê û civakê pêk tîne. Bi keda xwe ya bêrawestîn, hestên xwe yên kûr û hişmendiya xwe dîroka mirovahiyê dixemilîne û pêşve dibe. Dibe ku di vê têkoşînê de car hebe ku navên me were jibîrkirin û di dîrokê de cihê xwe negirin. Dibe ku dîrok nizanibe navê me. Lê, wê ev her dem hebe. Her dem weke têkoşîna jinên şerker ên ji bo azadiya xwe û welatê xwe xebitîne em ê werin bîranîn. Wê mirovatî me bi vê têkoşînê nas bike. Her hevalek me wê bi navê xwe û rastiya kesayeta xwe jî di rûpelên dîrokê de cih bigire.




