Mînaka Şoreşgertiya Apoyî û Gazîtiyê: Polat Herekol
Şîlan Kobanê

Pêşengekî kedkar, gaziyê şer û şoreşger Polat Herekol di rêya xwişka xwe ya şehîda azadiyê de bi dilsoziyeke bêhempa weke derwêşekî têkoşîn kir.
Hevrê Polat, wextekî tu jî koma hevalan re diçû serdana goristana şehîdan. Te jî destê xwe dida ax û kevirên kêla gora şehîdan. De ka rabe em bi hev re li nav goristanê bigerin. Civata li derdora te razayî, şehîd in.
Zarokên ji devê derî ber bi te ve dihatin mezin bûn. Tevlî refên şoreşê bûn, bi lehengî şer kirin û şehîd bûn. Hesreta te ew bû ku tu bi wan re di heman çeperan de li hember zilm û zordariyê şer bikî. Tu niha li şehîdgehê ligel wan pakrewanan î.
Tevî tu gaziyekî şer bû jî te ti carî xwe ji kar û xebatan paşde neda. Te ji me hemûyan zêdetir xebat meşand. Ji çiyayan heya deşt û bajaran bi fedakarî û lehengiyeke bêmînak di refên herî pêş de bi rûmet û serbilindî te cihê xwe girt.
Tu ji dil tevlî bû, te ji dil têkoşîn meşand… Tu timî ji hemû heval û hevrêyên xwe re bû mînaka şoreşgertiya Apoyî. Te ji hevrêyên xwe pir hez kir, wan jî di dilê xwe de cihekî herî pîroz ji te re çêkirin.
Ji dil û can tu girêdayî Rêbertî, şehîdan û gelê xwe bû. Li ser vî esasî heya nefesa xwe ya dawiyê te di nav kar û xebatên şoreşê de cih girt.
Li hemberî, nebaşî, kêmasî, fitne û fesadiyan tu xwedî helwesteke bi pîvan û prensîb bû. Di şert û mercên herî zehmet de tu dikarî ji hevalên xwe re bibî hêz û manewiyeteke xurt. Te jiyana xwe li ser esasê gihiştina armanceke pîroz timî bi coş, kelecan derbas kir. Te hêvî, bawerî û rûkeniya xwe bi her kesî re parve kir. Te timî xwest mirovan fêm bikî û wateyê bidî fikir û ramanên wan.
Di ser şehadeta te re deh sal derbas bûn. Lê hê jî cihê te diyar e. Em te ti carî ji bîr nakin heval Polat. Ji bo xewn û xeyalên we, armancên hûn ji bo wan şehîd bûn bînin cih em ê ji her demê bêhtir têkoşîn bikin.
Em tevahî şehîdên xwe yên di Komkujiya Taxa Xerbî de şehîd bûn bi rêzdarî bi bîr tînin. Em ê tekez jiyaneke azad a hesreta hemû şehîdan bû ava bikin.




