Cejna 1’ê Gulanê li jinan û gelan pîroz be

Gaziya şer Barîn Kobanê

Cejna karker û kedkarên cîhanê 1’ê Gulanê li her kesî pîroz be. Ez hêvîdar im ev cejn bibe wesîleya bidawîkirina şer û tundiya reş û tarî ya li ser tevahî Kurdistan, Rojhilata Navîn û cîhanê. Bi hêvî me ku cejna 1’ê Gulanê bibe wesîleya bingehîn ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê me Abdullah Ocalan. Ji bo mirovahî azad bijî min bedena xwe di nava şerê dijwar ê Kobanê de, li hemberî çeteyên herî tundrew ên cîhanê kir  mertal. Niha jî hemû hewildanên min ew in ku bibim dilopek ji deryaya kedê ya Rêber Apo.

Qet girîng nîne ji bo min ku min canê xwe ji bo aştî û azadiyê kiriye mertal. Ya herî girîng ew e Rêberê me Rêber Apo bi awayekî fizîkî azad bibe, mirovahî di nav aştî û aramiyê de bijî. Hemû xwesteka min ew e hemû mirov xwe bikin yek, li hember şer û tundiyê rawestin û çalak bibin. Ji bo em cîhana xwe ji xerabî û rijandina xwînê rizgar bikin, zarokên nûhatî ji xwe re bi serbestî û azadî bijîn, em cîhana xwe ya bedew di çavên wan de yên geş de bibînin, kenê li ser lêvên dayikên aştiyê bi rûgeşî bibînin, divê em têkoşîna ji bo aştiyê pêş bixin. Rêberê me ji bo Pêvajoya Aştî û Civaka demokratîk bi serketinê bi encam bibe, têkoşîn dike.

Ev roj her çiqasî ji bo mirovahiyê, karker û kedkaran rojek e, komkujiyê ye jî ya herî girîng ew e roja têkoşînê ye. Em jî têkoşîn dikin ku em vê rojê û hemû rojên weke vê wergerînin xêr, xweşî û cejnên bi rastî yên mirovên kedkar û azadîxwaz. Weke gaziyeke şer tevî hemû hevalên xwe yên gazî, ji bo aştî û xelasiya jin û mirovahiyê têkoşîn bikim. Her wê dirûşma me, “Jin jiyan azadî” be. Ji ber ên herî dilxwazên jiyanê ne û hîn jî di nav lepên qirkirinê de ne  jin in. Jin ji aştiyê hez dikin. Divê em aştiyê pêkan bikin û mirovahiyê di şexsê jinê de rizgar bikin.

Di mijara aştî û rizgariya mirovahiyê de, mirov rola Rêber Apo di serî de dibîne. Rêbertî gelek gav dan avêtin û her di nav hewldanan de ye, ku gavên qanûnî bi dewleta Tirk bide avêtin. Ev jî kedeke pir mezin e ji bo mirovahiyê. Ez careke din bi wesîleya 1’ê Gulanê têkoşîna kedê li tevahî mirovahiyê piroz dikim. Divê her kes di nav têkoşîneke dijwar de be da ku em aştiyê bînin cîhana xwe û mirovahiyê ji şer, tundî û kuştinê xelas bikin. “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” ji bo me her tiştî temsîl dike, em ê canê xwe jî ji bo wê bidin.

Cejna 1’ê Gulanê cejna karker û kedkaran e. Hemû, kedkar vê rojê bi bîr tînin. Ez jî vê roja bi wate li Rêber, fîlozof û pêşengê mirovahiyê li Rêberê xwe; Rêber Apo pîroz dikim. Di şexsê Rêber Apo de li hemû mirovahiya kedkar û azadîxwaz pîroz dikim. Her wiha cejna 1’ê Gulanê li jinan û gelan pîroz be. Nêz bûye rizgariya mirovahiyê û wê Rêber Apo ji mirovahiyê re ronahiyê bîne. Ji ber wê beriya her tiştî ez bi vê wesîleyê Rêberê xwe pîroz dikim û jêre temenekî, dirêj û bi tendurist hêvî dikim. Di serî de şehîdên Taksîmê yên 1’e Gulanê hemû şehîdên şoreşê yên di meha Gulanê de ber bi bêdawîbûnê ve hatin oxikirin bi rêz û hurmet bi bîr tînim. Soza dilsoziya bi bîranîna wan re dubare dikim. Em ê hemû hêvî û armancên şehîdên xwe pêk bînin û wan bidin bijîn.

 

 

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button