Ciwan pêşeng û temînata pêşeroja civakê ne

Kendav Nesrî Silêman

Di cîhanê de piştî qonaxa zarokatiyê qonaxa ciwantiyê dest pê dike. Di vê qonaxê de bar dikeve ser pişta yên ciwan.  Hewce ye ciwan êdî ji bo rakirina barê civakê amade be. Her wiha pêwîst e li welat, gel, civak û rûmeta xwe xwedî derkeve. Rûmeta wî jî welat û gelê wî ye. Ciwantî pêşengî ye û pêşengî jî azadî ye. Jixwe aştî û demokrasî jî di welat û civakan de dest pê dike. Pêdivî heye ku ciwan ji bo civaka xwe pêşengtiyê bike. Ji lewra civak bêyî ciwanan naçe pêş. Ciwan sedema pêşketin û avakirina civakan e. Ew pira di navber kevn û nû de ne.

Heke ciwan nebin, civak jî nîne. Lê belê pêdivî heye ku ciwanên vî welatî pêşeng bin. Ne tenê ji bo xwe rê vedikin û ne tenê ji bo berjewendiyên xwe yên, kesayetî difikirin, destpêkê ji bo welatê xwe rê vedikin. Ew bi fikir, cesaret, xebat û hêviya xwe dibin mînak ji bo gel û welatê xwe.

Xisletên ciwanên pêşeng wiha ne:

Xisleta yekemîn,  wêrekî ye.  Ji bo welatê xwe xwedî cesaret e. Ji bo gelê xwe ji bin destan rizgar bike û wan bigihîne serkeftinê divê wêrekiya xwe bêsînor be, ji bo gel û welat şer bike.

Xisleta duyemîn jî ew e ku xwe berpirsyar dibîne. Xwe berpirsyarê welat û gelê xwe dibîne. Ji bo wan dikare canê xwe jî feda bike.

Xisleta sêyemîn jî ew e, hevkariyê bi civakê de dike. Yek ji bo hemûyan û hemû ji bo yekî ne.

Îro şer tenê bi çekê nîne, piraniya şerên îro li ser fikir, mejî û ramana ciwanan e. Ji ber ciwan  li çand, huner, exlaq,  kevneşopî û dîroka xwe xwedî derdikevin. Ji ber vê yekê jî dema dijminek dixwaze welatekî dagir bike destpêkê mejiyê ciwanan dagir dike. Ji ber bi saya ciwanan ev welat û zarokên vî welatî tên parastin.

Cureyên vî şerî ev in:

Şerê Çandî: Bi fîlman jiyaneke ji rêzê û hesan tê nîşandan û ciwan dikevin nav berhevdan û kêmbaweriyê.

Şerê Derûnî: Nûçeyên derew li ser înternêtê tên belavkirin. Armanca wan jî ew e ku ciwan pê bawer bikin.

Şerê Aborî: Dema derfetên jiyanê tine bin ciwan neçar dimînin ji welatê xwe dûr bikevin.

Şerê Perwerdeyî: Dema dibistan û zanîngeh kalîteyên xwe winda bikin ciwan li hemberî derewan, dest vala dimîne.

Li hember van mirov çawa dikare xwe biparêze?

Hewce ye mirov hişyar be. Ji Hemû tiştan bawer neke.

Divê mirov bixwîne. Zanist li hember şerê derûnî, çeka herî mezin e.

Pêwîst e mirov xwedî proje be. Dema armanca te hebe kes nikare te, bi hesanî bikişîne aliyekî din.

Şerê herî mezin ê îro li ser mejî û dilê ciwanan. Kî ciwanan qezenc bike pêşerojê qezenc dike. Ji ber ciwan pêşeroj bi xwe ne. Ciwanên pêşeng her tim hebûn û wê hebin. Bi zanîn, yekîtî û hêviyê dikarin li hember her cureyên şer bisekinin.

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button