Her sibeh bexşandineke nû ye

Cûdî Cizîr

Bi pênûsa xwe re li ser rûpela pak dest bi nivîsê dikim. Mirov her sibeh careke din jîn dibe û ji nû ve tê afirandin. Bi vekirina çavan re jiyaneke nû diyarî mirov tê kirin. Weke mirov dizane xew mîna mirinê ye; yanî mirineke biçûk e.  Mirin di heyata mirov de parçeyek e. Dixwazî bila kesekê nêzîkî te bimirê, dixwaze bila kesek nenas be mirin zor e. Divê mirov fêm bike bibe ku hînker be. Barê dinyayê giran e ewqas çiya û mirov. Roj çavkaniya jiyan  û ronahiyê ye.  Sibehan  destpêka rojê û demên berbangê girîngtirîn dema mirov e ku bandorê li tevahiya roja mirov dike. Divê mirov rojê xwe pir baş binirxîne enerjî û motîvasyona sibehan dibe sedema serkeftina jiyana mirov. Dema mirov lêkolîn dike mirov dibîne ku mirovên berê sibehan zû radibûn. Jiyana mirovan a berê bêhtir rêkûpêk û bi pergal bû.  Em ê xwe dubare ava bikin, hêviyên xwe mezin bikin û ji siberojê re bêjin merheba.

Gelo divê mirov çi bike? Divê mirov tirêjên rojê bibîne. Roj hiltê ji bo mirovahiyê. Tîna wê dide erdê. Pîrozî ji erdê hildikişe heta ezman û gerdûn ava dibe. Ronahiya rojê ji bo enerjiya laşê mirov pir bi feyde ye. Di vê serdemê de gelek mirov hene ku ev tiştekî ecêb e, ji ber çermê wan tirêjên rojê nabîne. Vîtamîna D û maddeyên girîng di laşê wan de kêm dibin. Sedema vê çi ye? sedem ew e ku mirov bi şev dijî û bi roj radikeve. Di rewşeke wisa de, ma çawa vîtamînên mirov kêm nebin? Divê mirov li ser van mijaran baldar be. Ji ber vê yekê, divê mirov jiyana xwe bi sibehan bide destpêkirin. Di heman demê de çavkaniyek mezin a vîtamîna D heye ku ji bo tenduristiya hestî û pergala parastina laşê mirovan girîng e. Roj çavjanîya bingehîn a jiyanê ye, li ser rûyê erdê. Ev enerjî her ku diçe weke çavkaniyek enerjîyê ya domdar û nûjenkirî li seranserê cîhanê tê bikaranîn.

Roj jiyan û enerjiya sereke ya gerstêrka me ye. Her sibehek çavkaniya jiyanê ye. Heke mebest jiyana li ser rûyê erdê û sîstema sibehan be, naxwe her roj bingehê jiyanê ye.  Di bêdengiya sibêhê de hiş aram dibe û fikar kêm dibin. Sibehan wext heye ku mirov  armanca rojê diyar bike. Karen herî giran gava sibehan zû werin kirin, zûtir diqedin.  Yanî mejiyê mirov sibehan zû di asta herî bilind a hilberînê de ye. Di civaka Kurdan de dema mirov zû radibe, weke nîşaneya bereket, daxwaz û tenduristiyê tê dîtin. Sibehan zû wextê herî pîroz û paqij ê rojê tê hesibandin. Yanî sibehan, demên herî bi bereket û aram ên rojê ne. Ji bo mirov  bi enerjî û şahî dest bi rojê bike, fêmkirina girîngiya wextê sibêhê pir krîtîk e. Yanî mirov dikare bêje enerjiya sibehan weke çavkaniyek bêdewî û nûjenkirî derdikeve pêşberî mirov. Sibehan ji bo mirovan bi gelemperî wateya wê yekê dide ku mirov çima an jî ji bo çi armancê di jiyanê de berdewam dike. Ew sedema jiyanê yan jî motîveya bingehîn e ku dihêle mirov her roj sibehan ji nav nivînan rabe.

Jiyan, weke rûbareke herikbar e ku her tim rêyên nû ji xwe re dibîne. Carinan mirov di xaleke wiha de disekine ku hîs dike rûpela kevin êdî tije bûye û dem hatiye rûpeleke spî û paqij veke. Ev xal, destpêka jiyaneke nû ye. Jiyaneke nû ne tenê guhertina cih, kar an jî hawirdorê ye; ew berî her tiştî guhertina hişmendî û nûbûna giyanî ye. Bi rîtma jiyanê mişterîbûna bi rîtma sibehan re sîstema xewê bi rêkûpêk dike û performansa xebatê bilind dike. Gelek mirovên zanyar derketine, lê hîn di gelek aliyan de ne mirov ne jî xweza nedahûrandine. Her roj, bi vekirina çavan re, şansekî nû ye ku gerdûn diyarî me dike. Jiyaneke nû ne dûr e; ew di hundirê biryardariya me de, di her pêngava em bi bawerî diavêjin de veşartî ye.

Ti carî dereng nîne ku mirov ji bo xwe jiyaneke bi wate, azad û bextewar ava bike. Ji ber her dawî, tenê destpêka çîrokeke nû ye. Divê mirov barê giran ê xeletî, xem û poşmaniyên raboriyê li dû xwe bihêlê.  Yanî jiyaneke nû firsendeke ku mirov ji nû ve daxwaz, şiyan  û  xeyalên xwe yên rastî kefş bike ye. Guhertin  bi tirse re dest pê dike, lê bi wêrekiyê bi ser dikeve. Yanî divê mirov ji her tiştî re bêje ez dikarim. Kêfxweşî mirovan nêzî azadiyê dike, bêmoralî jî mirovan ji jiyan û azadiyê dûr dike. Ger hezkirin jiyan be, em jî bi qasî di oxira vê jiyanê de bimirin jê hez dikin. Hevaltî  li ser nirx û hezkirinê pêş dikeve û tê avakirin. Hezkirin di dilê mirov de mîna sûlav û okyanûsekê ye. Hezkirin ked û serkeftin e. Hevalên min, hesreta min a herî mezin, hevpeymana azadiyê ya min bi gel û welat re çêkiriye pêkanîna wê ye.

Jiyan bi rastiyên xwe ve xweşik e, em wisa ji jiyanê hez dikin. Carinan hinek kêlî hene mirov di dilê xwe te tiştekî hîs nakî, di hinek kêliyan de jî mirov ji dijwariya hestan diweste. Ji hizran mirov hewl dide ji şaneyên mejî alîkariyê bigire. Tê gotin, mirovên tenê bi xwe re girtî dimînin, hestên wan zêdetir dijwar in, lê ez bi vî rengî nahizirim. Ez di wê baweriyê de me, di mirovên pir vekirî de jî hestên zêde dijwar tên jiyîn. Ji ber ew her tim hestên di dilê xwe de parve dikin, dixwazin parve bike û gelek caran dema encam nagirin, bi  hest û hizrên cuda dijîn. Wê her tim wisa berdewam bike. Ya rast ev jî di rastiya mirov û xwezayê de heye.

Şoreşa Apoyî  kesayetek nûjen ava kiriye. Kesayeta Apoyî asî û têkneçûyî ye. Xwedî hêz û îrade ye. Li hember êşan li ber xwe bide. Mezin difikire û pêngavên mezin diavêje.

 

 

 

 

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button