Gaziyê şer Mahmûd Helinc û sê rêwiyên azadiyê hatin oxirkirin

Şêniyên Kobanê cenazeyên gaziyê şer Mahmûd Helinc û sê şervanên ku di dem û deverên cuda şehîd bûbûn, li Mezargeha Şehîd Dicle spastin axê.

Şêniyên Kobanê û gundewarê wê îro cenazeyên şervanên Yekîneyê Dij Terorê Berçem Berxbotan (Diyar Şêx Mihemed ê ku  ku di 26`ê Çileyê de li navçeya Celebiyê şehîd bû; şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk û gaziyê şer Mehmûd Kobanî (Mehmûd Hisên), ku îro li Kobanê şehîd bû; Cano (Hemûdê Welo), ku di 17`ê Çileyê de li Hesekê şehîd bû û şervanê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Zaza (Şilaş El Rebî’), li Mezargeha Şehîd Dicle spastin axê.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre, endama Meclisa Malbatên Şehîdan li Kobanê, Emel Behaedîn axivî û sersazî ji balbatên şehîdan re xwest. Emel diyar kir ku  fedekariya wan bûye sedema parastina gel û parastina destkeftiyên ku bi têkoşîna wan hatine bidestxistin.

Emel wiha dewam kir “bi fedakariya xwe dîrok bi tîpên zêrîn nivîsandin, ji cîhanê re îspat kirin ku ev gel li ber xwe dide.”

Ji fermandarên QSD`ê Kanî Ehmed got: “Bi navê hêzên leşkerî yên li Kobanê, em sersaxiyê ji malbatên şehîdan, xelkê bajêr û hevalên wan re dixwazin. Em soza xwe nû dikin ku em ê bêyî dudilî li ser rêya şehîdan berdewam bikin heya ku em bigihîjin armancên ku wan ji bo wan têkoşîn kirine û canê xwe daye.”

Piştî axaftinan belgenameyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Cenazeyê şehîdan bi durişm û tilîliyan spartin axê.

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button