Gaziyê Şer Egîd Herekol: Xwedîderketina li şehîdan erka herî însanî ye

Gaziyê şer Egîd Herekol ê bi gelek hevrêyên xwe re tevlî merasîma şehîdan bû got, “Em deyndarên şehîdên xwe ne. Divê her kes xwedî li şehîdan derkeve. Xwedîderketina li şehîdan erka herî însanî, hevaltî û jiyanî ye.”
Li Dêrikê bi tevlîbûna xelkên herêmê û gaziyên şer endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Sotoro) şehîd Cûdî Dêrik (Mihemed Nûr El Îbrahîm) hat veşartin. Her wiha merasîmek xiyabî ji bo 2 fermandarên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Koçerîn Lavîna (Nûrvan Başak) û Kînda Brûsk (Mihrîban Şorlî) hat lidarxistin.
Cûdî Dêrik 17ˊê Çileyê li Dêrazorê, Koçerîn Lavîna û Kînda Brûsk 17ˊê Çileyê li Dêr Hafirê şehîd bûn.
Yek ji gaziyên şer Egîd Herekol ê tevlî merasîma şehîdan bû got, “Hevalên gazî di şoreşa Rojava de parçeyek ji canê xwe ji bo welatê xwe, rûmet û şerefa gelê xwe feda kirin. Rêber Apo dibêje, ‘Gazî şehîdên me yên sax in.’ Hevalên gazî bi vî ruhî di nav jiyana xwe ya şoreşgertî de di mijara xwedîderketin û nirxên şehîdan de bi rola pêşengtiyê radibin.”
Egîd Herekol axaftina xwe wiha domand, “Şoreşgertî tenê kêliyek nîne, 24 saetan îrade û ruhê hevaltiyê dixwaze. Rêbertî dibêje, ‘Dema fermandar bi şervanê xwe re bû şervan, wê şervan jî ji fermandarê xwe re bibe fermandar.’ Wexta fermandar bi şervanê xwe re bi ruhê hevaltî kar û xebat meşand wê hevdu temam dikin. Cesaret, fedakarî û berxwedana şehîdan wê me bibe serkeftinê. Em deyndarên şehîdên xwe ne. Divê her kes xwedî li şehîdan derkeve. Xwedîderketina li şehîdan erka herî însanî, hevaltî û jiyanî ye.”




