Em timî YPJ bûn û em ê timî weke YPJ bimînin

Gaziyên şer diyar kirin ku şervanên YPJ’ê li hember çeteyên DAÎŞ’ê yên bibûn bela serê mirovatiyê bi fedaiyane şer kirin û gotin, “Em timî YPJ bûn û em ê timî weke YPJ bimînin.”
Gaziyên şer ên Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê duh li Pakrevangeha Şehîd Delîl Sarûxan a Qamişlo ji bo piştgiriya bi YPJ’ê re daxuyaniyek dan.
Ji gaziyên jin Şîlan Kobanê û Selena Dêrik piştî daxuyaniyê nêrînên xwe bi me re parve kirin.
Şîlan Kobanê diyar kir YPJ’ê bi şer, berxwedan û têkoşîna xwe mohra xwe li dîrokê daye û got, “Weke şervanên YPJ’ê me li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hember DAÎŞ’ê şer kir. Di van şeran de me şehîd û birîndar dan. Me gelek berdêl dan. Em timî YPJ bûn û em ê timî weke YPJ bimînin.”
Gaziya Şer Selena Dêrik jî helwesta hikûmeta demkî ya Sûriyeyê ya li beramberî YPJ’ê şermezar kir û got, “Divê were zanîn ku yek ji hêzên li hember êrîşan li ber xwe da û DAÎŞ bi bin xist YPJ bû. Di nav refên YPJ’ê de bi hezaran şoreşgerên jin şehîd û birîndar bûn. Ji bo qebûlkirina statuya YPJ’ê em ê weke gaziyên şer têkoşîn û xebata xwe bidomînin.”




