Rastiya Rêber Apo
Cûdî Cizîr

Ev, mijareke bingehîn e. Yên vê mijarê baş fêm nekin; nikarin di welatek wek Kurdistanê de welatparêzî, şoreşgertî, milîtantiyê pêk bînin. Nikarin bibin şervanek azadiyê. Wê nikaribin armancên Tevgera Apoyî û daxwazên gel jî pêk bînin. Lewma pêwîst e mirov vê mijarê baş fêm bike. Rastiya Rêber Apo çi ye, çawa çêbûye û pêş ketiye? Rêber Apo di heft saliya xwe de, dema çavên xwe li jiyanê vekir, dît ku jiyana li dorberê wî nayê jiyîn. Her kes wê jiyanê dibîne, dibêje “Jiyan ev e!” û dixwaze wê bijî. Lê Rêber Apo wê jiyanê jiyan nahesibîne. Red dike û qebûl nake. Dibêje “Ev ne jiyan e, li vê jiyanê xiyanet hatiye kirin.” Jiyaneke xiyanet lê hatibe kirin, mirov nikare bijî. Dema mirov bijî û qebûl bike, wê demê mirov xiyanetê qebûl dike. Heke di kesayeta Rêber Apo de jiyaneke azad di asta bengîniyê de pêş ketiye, ji vir dest pê dike û girêdayî vê ye.
Rêber Apo di wê demê de jiyana azad ji bo xwe esas girtiye. Gera li vê, ji bo wê karkirin ji bo xwe esas girtiye. Lewma Rêber Apo jiyana heyî red dike. Ew tişta her kes jêre dibêje “Jiyan”, ew dibêje “Ne jiyan e. Ez vê jiyanê qebûl nakim û najîm.” Ji ber wê dixwaze alternatîfa wê pêş bixe. Ji ber vê çendê Rêber Apo ji bo me, gelê Kurd û mirovahiyê tê çi wateyê? Herhal em wisa rehet nêzîkî meseleya Rêber Apo nabin! Rastiya Tevgera Azadiya Kurd, Rastiya Rêber Apo ye. Di esas de Rastiya Rêbertî, Rastiya Tevgera Apoyî ye. Divê mirov, hem li ser esasên nêzikbûna Rêber Apo, xwe di dîrokê, feraseta Rêber Apo ya ji bo doza gelekî, mirovahî û pêşengbûyînê de û hem jî di aliyê miIîtaniya wê de xwe kûr bike. Eger Rêber Apo, giranî da dîrokê û di dîrokê de xwe kûr kir, zanebûna xwe di dîrokê de gihand asteke bilind, sedema wê ev e. Ji ber te çiqas dîrok fêm kir, te xwe kûr kir, tu dikarî tiştên dîtir girêdayî wê fêm bikî.
Bilindbûna Rêbertî, tê wateya jinûve şîrovekirina dîrokê, di girseyên gel de afirandina gelek hestên nû, dayîna fêmkirinê, ramanên nû veguhertina hunerek bilind ya mîna siyasetê. Loma di Rêber Apo de zanebûna dîrokê pir xurt e, di asta bilind de ye. Ji bo vê hêza wî ya çareseriyê pir xurt e. Yê bixwaze Rastiya Tevgera Apoyî fêm bike wê Rastiya Rêber Apo fêm bike. Eger ew fêm kir, wê karibe Rastiya Tevgara Apoyî fêm bike. Yan na ne mimkun e Rastiya Apoyî fêm bike. Di destpêkê de jî, îro jî, sibe jî tevlîbûna Tevgera Doza Azadiya Gelê Kurd tevlîbûna Rêber Apo ye. Di Tevgera Apoyî de, Rêbertî heye, rastî û xeta wî heye. Yên din jî ango em hemû milîtanên wê Rêbertiyê û vê xetê ne. Bala xwe bidinê pirsgirêka me, ne ew e ku em tenê, di Kurdistanê de çareser bikin, an jî me, çareser kir wezîfeya me diqede. Eger em pirsgirêka Kurd çareser bikin jî wezîfeyên me xelas nabin. Ji ber em dixwazin pirsgirêka mirovahiyê çareser bikin. Ev jî ji te çi dixwaze? Her dem milîtaniyê dixwaze. Tevgera me Tevgereke edaletê ye û derketina wê li ser vî esasî ye ku Tevger edaletê pêk bîne. Di tehlîl û analîzên Rêbertiyê de hene.
Rêbertî digot: “Yên xerabiyan bikin eger bimirin û biçin gorê jî ez ê di gorê de jî hesab ji wan bipirsim.” Ango Nabêje: “Mir û çû.” Ji ber Tevgera Rêber Apo weke tevgereke edalete derket û têkoşîn kir da ku edaletê pêk bîne. Nikare bêedaletiyê bijî. Hêla di nav xwe de nikare qet bijî. Em tevlî Rêber Apo bûne. Hîn ji destpêkê ve rastiya vê Tevgerê ev e. Naxwe Rêbertî pergala nirx têde kom dibin, tên temsîlkirin û tên jiyin e. Rêbertiya Apoyî, redkirina serokatiya ji bo dewlet, û desthilatdariyê şer pêş dixe ye. Bi temamî nirxên komunal, demokratîk ji bo xwe esasgirtin e. Di dîroka mirovahiyê de nirxên ku ji bo demokrasî, azadî, edalet û wekheviyê hatine avakirin, esas wergirtin û li ser van esasan jî avakirina civakeke exlaqî û polîtîk îfade dike. Bi navekî din pêşxistina civakeke azad, civakeke li ser bingehê demokrasî, ekolojî û azadkirina cinsiyetê pêşxistin e.
Di roja me de Rêber Apo, di meseleya Rêbertiyê de nêzikbûn û temsîleke nû pêş dixe. Bi temamî Rêbertîya gelan, pêşengtiya ji civakê re ji bo xwe esas digire, di vê de israr dike. Vê pêş dixe û dixwaze di vê de jiyanek, civakek û kesayeteke azad çêke. Pirsgirêkên mirovahiyê yên demokrasî û azadiyê jî li ser vî esasî çareser bike. Rêber Apo, demokrasî û azadî ne di axaftinê de, di jiyanê de esas girt. Di jiyanê de pêkanîn esas wergirt. Ji bo wê Rêbertiyeke nû pêş xist, di vê de israr kir û tawîz neda. Eger Rêber Apo, dibe hedef, esas ji bo wê ye. Rêber Apo her dem dibêje: “Hûn min fêm nakin.” “Çima em fêm nakin? Ji ber em rast nêzik nabin, em wek xwe nêzik dibin, em dixwazin wek xwe fêm bikin ji bo wê ye.
Ji ber vê, Rastiya Rêber Apo, ne weke ku mirov fêm dike, divê bi mantiqê Rêber Apo mirov fêm bike ku em karibin rastiyê fêm bikin û mirov karibe bi rastiyê re bibe yek. Em şervanên Rêber Apo ne. Em, rêxistinbûyînê û pêşengbûyînê bi temamî li ser rastiyên Rêber Apo û paradîgmaya Rêbertî dijîn. Em soza vê didin ku em ê ti caran berevajî van rastiyan nekevin. Rêbertî dibêje? “Ey jiyan! Yan ez ê te azad bijîm, yan jî ez ê te mîna tu nehatiye jiyîn bihesibînim.” Felsefeya xwe ya jiyanê, nêzikbûna xwe ya ji bo jiyanê ev e.
Ey mirovahî! Rastiya Rêbertiya me ev e! Peyama me ji cîhanê re ew e em li ser van bingehan ji bo azadiyê dimeşin. Çi berdêl hebin jî em ê bidin û ti caran jî, em ê xwe ji vê paşde nedin. Her wiha em ê nehêlin kesek jî paşde bikeve. “Em ê, Kurdistaneke azad û xweser, cîhaneke sosyalîst demokrat, di nav aştî û adaletê de çekin. Em ji bo wê têkoşîn dikin. Yên dixwazin di rastiya Rêbertî de bimeşin, divê bi temamî li ser van bingehan qebûl bikin. Gotina me ya dawî jî ew e “Bê Rêber Apo jiyan li me heram e.”




