Welatparêzê Kurd Salim Silêman Hesen çû ser dilovaniya xwe 

Bi xemgîniyeke mezin me wefata welatparêz û kedkarê hêja Salim Silêman Hesen ê bavê yek ji pêşenga jinan, dilsoza Rêbertî, heval û hevrêya gaziyên şer Leyla Amûdê bihîst.

Weke gaziyên şer di serî de malbata me ya welatparêz em ji tevahî xelkê Amûdê û gelê Kurd re sersaxiyê dixwazin.

Şoreşger û pêşenga jinan Leyla Amûdê ya demeke dirêj di Rêveberiya Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de xebat meşand û cihê xwe dilê hemû gaziyan de çêkir, li ser wefata bavê xwe ev xisûs diyar kirin: “Bavê min ê delal Salim Hisên Silêman ê li bajare Amûdê Hara Bor Seyîd rûdinişt 28’ê Gulanê çû ser dilovaniya xwe. Salim mirovekî welatparêz û kedkar bû. Ji mirovan û welatê xwe hez dikir. Bi hesreta Rêber Apo û azadiya welat çû goristanê. Lê em ê hêviyên wî bi milyonan mirovên Kurd pêk bînin. Xwedê wî bi rehma xwe şad bike.”

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button