Rêya te rêya rûmetê ye

Diljîn rabe keça min a nazdar!..
Bûka welatê min, şêra çiyayên bilind
Porê te hinar, çavên te ronahiya rojê
Te canê xwe kir qurban
Ji bo Kurdistana rengîn
Dengê te mîna çemê Firatê
Rêya te rêya rûmetê, rêya hevalan e
Tu neçûyî keça min
Tu di dilê min de yî
Tu bû stêrka şevê, li asîmanê me
Dayik bi te serbilind e
Ew xwîna te ya sor
Wê azadiyê bîne biharê
Bîranîna te pîroz
Navê te li ser zimanê min e
Ruha keça min
Keça min a şehîd
Tu her di nava dilê min de yî
Diljîna min…
Dayika hevrê Diljîn



