Di hevrêtiya Rêbertî û heval Hakî de pêkve jiyana gelan heye

Gaziyê şer Egîd Efrîn tevahî şehîdên azadiyê bi bîr anî û got, “Di rastiya hevaltiya Rêbertî û heval Hakî de pêkve jiyana gelan a li ser esasê xwişk û biratiyê heye.”

Rêveberê Akademiya Şehîd Deştî ya Gaziyan û gaziyê şer Egîd Efrîn têkildarî meha şehîdan, yek ji şoreşgerê destpêkê yê Tevgera Azadiyê Hakî Karer û rastiya Rêbertî nirxandin kirin.
Egîd Efrîn anî ziman ku Gulan di nav Tevgera Azadiyê de weke meha şehîdan tê binavkirin û got, “Di vê mehê de gelek hevalên me yên qedirbiha, yên mohra xwe li dîroka têkoşîna azadiyê dane û îro ji bo me bûne sembol û mînaka pêşengtiyê şehîd bûne. Ji şoreşgerên weke Denîz Gezmîş, Îbrahîm Kaypakkaya, Hakî Karer, Xelîl Çavgûn, Ferhad, Mizgîn, Qasim Engîn, heya Silava û Bêrîvan bi sedan hevrêyên wer hêja di meha Gulanê de tevlî karwanê nemîran bûne.”
Gaziyê şer Egîd bi bîr xist ku Hakî Karer hevalekî bi eslê xwe Tirk e û ev anî ziman, “Ji bo têkoşîna azadiya gelan weke yek ji hevrêyên destpêkê tevlî Rêber Apo bû û barê şoreşê rakir. Hevrê Hakî û Kemal piştî nîqaşeke nêzî nîv saetê ya bi Rêbertiyê re heya şehadeta xwe ji bo şoreşa gelan têkoşîna xwe dewam dikin. Rêber Apo 1972’yan di çalakiyeke ji bo protestokirina qetilkirina Mahîr Çayan tê girtin û nêzî heft mehan di zindanê de dimîne. Dema Rêbertî ji zindanê derdikeve diçe li deriyê heval Hakî û Kemal dide. Ew deriyê lê vedibe ya rastî vekirina deriyê diçe şoreşa Kurdistan, tevahî Rojhilata Navîn û avakirina xwişk û biratiya gelan e. Di rastiya hevrêtiya Rêbertî û heval Hakî de pêkve jiyana gelan a li ser esasê xwişk û biratiyê heye. Desthilatdarên xwedî hişmendiya neteweperest bêguman naxwazin ev rastî were dîtin û fêmkirin.”
Egîd destnîşan kir ku Heval Hakî ji Rêber Apo bawer kir, pêre meşiya û wiha domand, “Hakî bû yek ji hevalên destpêkê yên berê xwe dan Kurdistanê. Dagirkeran ev hezm nekirin. Tehemul nekirin ku şoreşgerekî bi eslê xwe Tirk, ji bo doza Kurdan têkoşîn bike. Digotin, ‘Em dibêjin Kurd û Kurdistan nîne, lê kesekî bi eslê xwe Tirk diçe ji bo wan têkoşîn dike.’ Dijmin ev helwesta heval Hakî ji bo xwe weke derbeke mezin didîtin. Tirsa wan ew bû ku hevalên weke Hakî wê hişmendiya wan a qirker û neteweperest pûç bikin. Lewma bi rêya tevgereke kontra 18’ê Gulana 1977’an heval Hakî li Dîlokê şehîd kirin.”
Gaziyê şer Egîd Efrîn wiha domand, “Rêber Apo ji bo bîranîna heval Hakî biryara partîbûnê da û ev komploya bi şehadeta heval Hakî re li hember koma Apociyan dihat meşandin vala derxist. Rêber Apo weke pêşengê Tevgera Azadiyê ji her kesî zêdetir xwedî li şehîdan derdikeve, pênaseyên herî rast ji bo şehîdan dike û wan bi awayekî herî mezin dide jiyandin. Ev rêûresma bi Hakiyan dest pê kir, li Rojavayê Kurdistanê bi Ezîz Ereb berdewam kir.”
Rêveberê Akademiya Şehîd Deştî ya Gaziyan û gaziyê şer Egîd Efrîn axaftina xwe wiha bi dawî kir, “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a bi banga Rêbertî ya 27’ê Sibata 2025’an re pêş ket, bingehê xwe ji vê heqîqetê digire. Weke gaziyên şer heya dawiyê em ê xwedî li Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk derkevin, jiyaneke azad a hemû gel dikarin têde bi awayekî azad û wekhev dijîn ava bikin. Bi vê wesîleyê em di şexsê şehîdê me yê mezin Hakî Karer de tevahî şehîdên azadiyê bi rêzdarî bi bîr tînin û bi minetdarî bejna xwe li ber wan ditewînin. Soza me daye wan em ê bi serketinê tacîdar bikin. Em ê bibin layiqî tevahî şehîdan û bîranînên wan bidin jiyandin.”




