Dayik û bavên welatparêz wê qet neyên jibîrkirin
Leyla Amûdê

Şoreşên gelerî pêşengtiyê dikin, gel jî erka xwe ya welatparêziyê pêk tînin û xizmeta şoreşê dikin. Gel ji hemû şoreşên cîhanê re bûne çavkaniyên berdewamkirina temînata serkeftinan. Di hemû şoreşên cîhanê de û nexasim jî di şoreşa Kurdistanê de, her çiqasî rola şoreşgeran girîng be, ewqasî jî rola welatparêz û xebatkaran jî girîng e. Di şoreşa Kurdistanê de rola sivîlan û xebata wan her dem xwedî, roleke hêja ye. Nexasim jî malbatên xwedî şehîd û şervan xwedî cihekî giranbiha ne. Ji ber her dem ji şoreşê re bûne palpişt.
Rêber Apo her dem girîngî dide gel û wan rêxistin dike. Rêbertî di hemû peyam û bangên xwe de qala rola gel û rêxistinkirinagel dike. Dibêje,” Hêza herî bingehîn ji bo serkeftina şoreşê gel e.” Ji ber şoreş bi xwe ji bo xizmet û rizgariya gel e. Bê gel ti şoreş naçe serkeftinê. Rêber Apo 19 salan li Rojavayê welat xebat û têkoşîn kir. Hemû xeterî didan ber çavan. Bi sedan mirovên welatparêz re civîn çêkir. Ew yekser rêxistin dikirin. Şoreş her dem bi pêşde dibir. Li ser vî bingehî fedaiyên gel jî zêde dibûn. Gelek malbatan jî zarokên xwe fedayî Rêber Apo û şoreşê dikirin.
Jixwe gelek welatparêz weke malbat beşdarî nava şoreşê bûn. Şoreş ji xwe re malbateke hîn mezintir dîtin, bi dil û can beşdar bûn. Ev sekna wan bû cihê hurmet û qedirbilindiyê. Dayika me Nûra Xelîl Îbrahîm û hevjînê xwe Muhamed Mahmûd jî tevî zarok û zêçên xwe cihê xwe dinava refên welatparêzên şoreşê de girtin. Bi fedakarî û ruhekî welathez xebat kirin. Keçeke wan jî sala 1995’an beşdarî nav şoreşê bû. timî bi keça xwe serbilind bûn.
Bavê Muhamed Mahmud salên dirêj di nava eniya gel de, kar û xebat kir. Pi ştî şoreşê jî cihê xwe di nava hêzên ewlekariya hundirîn de girt. Bi salan xebitî, ji erka xwe re her durist û wefadar bû. Heya dawiya jiyana xwe di heman astê de xebat û karê xwe berdewam kir. Beriya çend salan jiyana xwe ji dest da. Dayika me Nûra jî weke jina welatparêz û dilxwaza azadiyê deriyê xwe ji şoreşê re vekir. Zarokên xwe li ser ruhê welatparêziyê mezin kir. Ji wan re bû dayik, heval û mamoste. Ew fêrî hezkirina welat û gel kirin.
Wê her û her mirovên wiha welatparêz, fedakar di nava hest û wijdanê me de bijîn. Em ê li keda wan xwedî derkevin, daxwaz û armancên wan pêk bînin. Em ê ji wan re bibin ewladên baş da ku armancên wan bigihînin serkeftinê û pergaleke demokratîk ava bikin. Dayik û bavên welatparêz wê qet neyên jibîrkirin.
Ez careke din ji malbata xwe ya hêja û delal, malbata yadê Nûra û bavê Muhamed re sersaxiyê dixwazim. Em ê sozên xwe pêk bînin û wan her tim bidin jiyandin. Em ê li keda wan xwedî derkevin. Jixwe berbanga azadiya gelê Kurd nêz bûye. Em ê ronahiya xwe ya serdema nû bibînin, têde azad, wekhev û serfiraz bijîn.




