Fedaîbûn û qehremaniya pêşenga me Mizgîn bû rêya fedaîbûna şoreşê

Leyla Amûdê

Di rojeke weke îro de 11’ê Gulana 1992’yan  pêşeng û dilêr Mizgîn (Gurbet Aydin) ji bo bi saxî nekeve deste neyaran û zerar li malbata ku lê dima nebe bi wêrekî û ruhekî berxwedêr canê xwe feda kir, tevlî karwanên pakrewanên Kurdistanê bû. Şehadeta fermandar û çeleng Mizgîn ji her kesî re bû cihê xembariyeke gelekî mezin. Şêrejina Kurd û şoreşger Mizgîn bi rengekî efsanewî têkoşîn kir, gelek berhem û xebat li pey xwe hiştin. Hem weke şoreşger û rêveber û hem jî weke hunermend bi wî dengê xwe yê zelal û xweş li çar parçeyên Kurdistanê û li derveyî welat di nav dil, mejî û hestên gelê Kurd de olan veda.

Ew dengê xwedawendiyê ku banga şoreşê dikir, kelecan û coş di nav hestê mirovên Kurd de dida şiyarkirin û ew birêxistin dikirin. Jinên Kurd ên li dîasporayê jî şiyar kirin. Ew di bin banê Yekitîya Jinên Welatparêzên Kurdistanê bi rêxistin kirin. Ji jin û ciwanan re bû banga azadiyê, ew rakirin ser piyan, ruh û hestên neteweyî da wan. Dengê hunermend û hozan Mizgîn ji bo gelê Kurd bû banga berxwedan û têkoşînê. Fermandar û têkoşer Gurbet Aydin yek ji wan jinên fermandar bû ku di nav gerîla de, nexasim jî di wan salên herî zor û zehmet de ku komikên tasfiyekar di bin navê ku ‘jin zehmetiyê dibînin û gel beşdariya wan qebûl nake’ de, Mizgîn ji jinan re fermandartî dikir û li cihên weke Mêrdîn û Xerzanê, Têkoşîneke bi heybet meşand. Fedaîbûn û qehremaniya pêşenga me Mizgîn bû rêya fedaîbûna şoreşê

Hevrê û qehreman Mizgîn her di şexsê xwe de hewl daye ku teoriya tê gotin ku jin di nava şoreşê de nabin vala derxîne, kesên tasfiyekar û mêrperest têk bibe. Hevrê Mizgîn fikir û ramanên Rêber Apo bi têkoşîna xwe bi ser xistine û ji hemû jinan re bûye meşaleya serkeftinê. Fermandar û şêrejina şoreşger, gerîlaya bi heybet Mizgîn, di demên jiyana gerîla gelekî zor û zehmet û êrîşên artêşa Tirk, xayîn û sîxuran jî pir zêde bûn, bi bîr û bawerî di şoreşgeriyê de israr kiriye. Bi şehadeta xwe jî peyam da. Pir bi zanebûn û bawerî diçe şehadetê û canê xwe feda dike. Fermandar Bêrîtan jî di heman salê de, li ser heman çandê li hemberî xiyanet, tasfiyekarî û teslîmiyetê çalakî dike û hemû kevneperestiyên xerab têk dibe.

Navên xwedawendên weke Bêrîvan, Rehîme, Mizgîn, Bêrîtan, Sema, Zîlan û bi sedan lehengan di nav rûpelên dîrokê de hatine nivîsandin. Her kes wan pîroz dibîne. Jinên Kurd xwedî çandeke pir dewlemend in. Ji ber xwedawendên wan ên qehreman hene. Ew çanda jinên dilêr û fedaî roj bi roj xwe mezintir kir û belavî her çar parçeyên Kurdistanê bû. Ew çand li her parçeyekî xwe şênber kir, qehreman û berxwedêr zêdetir bûn. Li Başûr, Rojava û li Rojhilat jî jinên çalakvan û serkeş derketin meydanên şer. Canê xwe bi serbilindî û ruhê serkeftinê feda kirin. Jin û civaka Kurd îro bi çavên serê xwe dibînin bê çawa jinên şoreşger wê çanda qehremanên jin berdewam dikin.

Jinên weke Arîn, Barîn, Rêvan, Zehra, Hêvîdar, Şervîn, Nalîn, Hêlîn, Avesta, Jîna û bi hezaran jinên weke wan canê xwe dikin weke pir û mertal da ku gelê xwe û jinan bigihînin azadî û serfiraziyê. Li çar parçeyên Kurdistanê jinan serkêşî û pêşengtî kirin. Hîn jî wê rola xwe pêk tînin û wê heya serkeftina mezin jî berdewam bikin. Careke din ez bang li hemû jinan dikim ku bi rola xwe rabin. Nexasim jî jinên ciwan ên dikarin mohra xwe li vê serdemê dibin divê pêşengiyê bikin û pêvajoyê bibin serkeftinê. Em di serdemeke şerê fikrî û teknolojîk de dijîn. Şiyar bûneke pir mezin ji bo me weke netewe û zayend hewce ye. Roj roja têkoşîn û berxwedanê ye. Em jî weke hevrê û şervanên wan xwedawendên berxwedêr divê em têkoşîna wan bi hemû hêza xwe berdewwam bikin û girêdana me jî bi wan re ew e em têkoşîna wan bi encam bikin û bibin serkeftinê. Careke din em hemû şehîdên qehreman û xwedawendên pêşeng bibîrtînin û di şexsê fermandara mezin û navdar, Mizgîn de hemû şehîdên şoreşê bi bîr tînin û soza berdewamkirina têkoşîna wan nû dikin. Em ê we her bidin jiyandin, hedef û armancên we pêk bînin.

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button