Gaziyên Jin: YPJ misogeriya hebûn û azadiya hemû jinan e

Gaziyên jin bang li jinan kirin ku li dora şervanên YPJ’ê bibin yek û gotin, “YPJ misogeriya hebûn û azadiya me hemû jinan e.”

Ji bo piştgiriya bi Yekîneyên Parastina Jin (YPJ)’ê re 26’ê Nîsanê Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan li Rojava kampanyayek dan destpêkirin. Kampanya li her qadê her diçe berfireh dibe. Gaziyên jin Arjîn Kobanê û Bêrîvan Koçer têkildarî mijarê axivîn.

‘YPJ garantiya ewlehiya jiyana bi hev re ye’

Gaziya jin Arjîn Kobanê destnîşan kir ku Şoreşa Rojava ya sala 2012’an weke çirûskeke ronahiya hêviyê  pêş ket, her çû qadên xwe fireh kir û got, “Weke Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji hesreta bi salan a gelan û jinan re bû herêmeke herî bi ewle. Bi 4’ê Nîsana 2013’an re jî ew şoreşa dîrokî bi avabûna YPJ’ê re weke hêzeke têkoşînê  gihişt asteke bilind a ji bo jinên ji hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re.”

Arjînê bal kişand ser bandora berxwedana şervanên YPJ’ê û ev anî ziman, “Jinên bi sedê salan e, di bin zext û zordariya pergala bi serweriya mêr de hatibûn bêdengkirin û ji nirxên xwe yên herî esîl bêpar hatibû hiştin, bi avabûna YPJ’ê re careke din derketin ser dika dîrokê.”

Gaziya şer Arjîn axaftina xwe wiha bi dawî kir, “Şervanên YPJ’ê yên li ser bingehê fikir, felsefe û tehlîlên Rêbertî xwe perwerde kirin û pêş xistin li hember çeteyên DAÎŞ’ê yên ji tevahî mirovatiyê re xeteriyeke mezin bûn, bi îradeyeke ji pola şer kirin. Di vî şerî de bi sedan şervanên hêja yên YPJ’ê şehîd û birîndar bûn. Hebûna YPJ’ê ji bo hemû gelan û bi taybet jinan garantiya ewlehiya jiyana bi hev re ye. ”

‘Ji bo parastina xweseriya YPJ’ê bi rola xwe ya dîrokî rabin’

Gaziya jin Bêrîvan Koçer jî kampanyaya ji bo piştgiriya YPJ’ê hatiye destpêkirin silav kir û wiha axivî, “Jinên ji gelek pêkhateyên Sûriyeyê yên bi sedê salan e ji nedîtî ve dihatin dîtin, keda wan tine dihat hesibandin û îradeya wan dihat tinekirin, bi têkoşîna YPJ’ê re di nav Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de ji civakê re pêşengtî kirin û di rêveberiyan de bûn xwedî gotin. Wan jinan piştrastkirin ku pergaleke jinan esas negire wê nikaribe demdirêj li ser piyan bimîne û ji daxwazên gelan re bibe bersiv.”

Bêrîvanê anî ziman ku şervanên YPJ’ê bi berxwedana xwe, hêz û îradeya jinê nîşanî her kesî dan û got, “YPJ bi têkoşîn û berwedana xwe ya li hember her cure dagirkerî, hovîtî û zilmê bi şehîd û birîndarên xwe piştrast kiriye ku ji bo hemû jinan û gelên Sûriyeyê hêza xweparastinê ya herî bi ewle ye. Berxwedan û têkoşîna YPJ’ê ya ji hêla hemû cîhanê ve hatiye teqdîrkirin, ji bindestan re bûye hêviyeke muezem.”

Gaziya şer Bêrîvan Koçer bal kişand ser girîngiya YPJ û ev anî ziman, “Di çarçoveya pêvajoya entegrasyonê de weke hêzeke xweser qebûlkirin û cihgirtina YPJ’ê ya di nav artêşê de wê bibe temînat û garantiya hemû gel û jinên Sûriyeyê. Li ser vî esasî bi taybet jinên Sûriyeyî, em bang li tevahî jinên azadîxwaz dikin ku li dora şervanên YPJ’ê bibin yek û ji bo parastina xweseriya YPJ’ê bi rola xwe ya dîrokî rabin. Ji ber YPJ misogeriya hebûn û azadiya me hemû jinan e. Bi vê wesîleyê em tevahî şehîdên xwe bi rêzdarî bi bîr tînin û li hember bîranîna wan bejna xwe ditewînin.”

 

 

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button