Gaziyên Şer yên Minbicê soza bilindkirina têkoşînê da

Gaziyê Şer û malbatên şehîdan ên kantona Minbicê banga bilindkirina asta têkoşînê heta pêkanîna azadiya Rêber Apo û misogeriya projeya biratiya gelan, kir.

Ji bo salvegera 25’emîn a komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo, îro Gaziyên Şer û Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Minbicê li pêşiya avahiya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a kantona Minbicê bi beşdariya endamên Meclisa Malbatên Şehîdan û Saziya Gaziyên Şer, daxuyaniyek da.

Daxuyanî ji aliyê endamê saziya gaziyan Mahir Cibnê ve hat xwendin û di daxuyaniyê de komploya navneteweyî ya li dijî gelê Kurd û hemû gelên herêmê û cîhanê di şexsa Rêber Apo de hatiye pêkanîn, hat şermezarkirin.

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button