YPJ vîna me ye û em ê xwedî lê derkevin
Lava Eyo

Li Sûriyeyê hikûmet hate guhertin û li şûna partiya Baas, HTŞ hat. Rewşa Sûriyeyê niha ji berê xerabtir bûye. Her tim bûyerên sosret çêdibin. Mirov li mala xwe û kolanan tên kuştin. Lê tişta ji hemûyan sosrettir jî ew e ku ked, berxwedan û qehremaniya jinên dilêr û çalakvan înkar dikin. Hewl didin şoreşa jinê ji nedîtî ve werin. Em hemû jî dizanin ku Şoreşa Rojava, bi nasnameya jinê hate binavkirin. Înkara şoreşa jinê înkara Şoreşa Rojava ye.
Ez li vir pirs dikim gelo hikûmeta veguhêz ji bo rewşa gelên Sûriyeyê, baş bike, wan ji zilma Esed xelas bike yan jî ji bo keda wan û berxwedana wan înkar bike hat? Nêzîkatiyên ji hêzên jin re înkar e û mêrperestî ye. Divê bizanin ku jinan bi vîna xwe serî hildan û têkoşîna xwe berdewam bikin. Heta xeterî li ser jinan û civaka Rojava hebe wê berxwedan û têkoşîna wan jî berdewam bike.
Hêzên jin wê qet belav nebin heya parastina jinan û civakê misoger nekin! Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) garantiya hebûna destkeftiyên şoreşê ne. Wê peywira xwe ya mirovî bernedin heya ku pêşeroja jin û civakê misoger nekin. YPJ ne tenê pêkhateyeke leşkerî ya li dijî tundrewên cîhanî şer kiriye. Di heman demê de çavkaniyeke şoreşgerî ye ya vîna jinê di bidestxistina azadiyê de nîşan dide. Hêza herî sereke ye ya şer kir, li ber xwe da û pêşengtî kir.
Yekîneyên Parastina Jin parastina tevahî gelên Sûriyeyê dike û pêşengiyê ji meran re jî dike. Di şerên xwe de jî bûn nimûne. Li ser vê berxwedanê jinan xwe rêxistin kirin û gihiştin asta herî bilind. Divê were zanîn ku garantiya parastina gelê Rojava YPJ ye. Ji ber wê ye gel û jinên Rojava xwedî li li YPJ’ê û şervanên wê yên hêja xwedî dertên û wan destek dikin.
Tekez divê were zanîn ku eger YPJ nebe wê QSD û YPG jî nebe. Jin qet belavbûnê qebûl nakin û wê her li ber xwe bidin. Hikûmeta Demkî ya Şamê mecbûr e li nêrîn û daxwazên civakê guhdarî bike û cidî bigire. Em qet qebûl nakin ku yekîneyên me yên jin fesix bibin. YPJ vîna me ye û em ê xwedî lê derkevin.




