Qereçox çavkaniya hebûn û rûmeta mirovatiyê ye
Şîlan Kobanê

Di nav mehên biharê û serdema kulîlkan de dema ku tevahî çiya û deşt bi kirasên gulan rengareng xwe dixemiland, hêzên hov û tarî bi awayekî bêbext û nemerd êrîşî çiyayê Qereçoxê kirin.
Hewl dan kulîlkên biharê bê bêhn bihêlin, ji zindiyên bi dilşadî dikeniyan re jiyanê bikin dojeh. Dixwestin parçe parçe bikin hêviyên pêşorejê yên zarokên ji kulîlkên biharê ji xwe re tac çêdikirin.
Hêlîna xwedawendan ji êvarî heya berbanga gelawêjan bû hedefa çeqel, gur û roviyên nemerd.
Dixwestin ji holê rakin hêvî û bendewariyên jinan, ciwanan , dapîr û bapîran. Lê nizanîbûn ku wê bivir li lingê xwe bidin. Ji ber Qereçox çavkaniya hebûn û rûmeta mirovatiyê ye.
Ji bo mirov behsa Qereçox û heqîqeta wê bike, mirov qala kîjan xwedawend, egîd û lehengan bike? Ez jî nizanim. Ma ez behsa Nalîn, Şevîn, Destan bikim? Behsa Diljîn, Şîlan û Ararat bikim? Ma behsa Aras Kobanê, Canda bikim? Ma behsa Bawer û Rûmet Efrîn bikim.
Ma behsa şehîd Rustem ê zarokê axa zeytûnan bikim? Rustem yek ji egîdên canbexşê Rojava bû. Hema hema li çar parçeyên Kurdistanê şopa xwe hiştiye. Li her cihê lê coş, heyecan, moral û hêvî hebû.
Hevrêyekî dilnizm, wêrek bû. Di hevaltiyê, fedakarî, şoreşgerî, xizmeta ji bo gel û hevalên xwe de bêqusir bû. Ev ne pesndaneke ji şehîd Rustem. Jixwe pêwîstiya lehengên Apoyî bi pesndanê nîne. Şehîd Rustem weke şoreşgerekî ji xwe bawer, li Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê erşê çeteyan hejand. Kobanê rizgar kirin, çar aliyên cîhanê serwext kirin, xwe kirin çeperên berxwedanê ji bo mirovatiyê. Dîroka heqîqetê ji xewnên bi tirs rizgar kirin. Siya hovîtiyê ji ser dîwarên Kobanê paqij kirin.
Li ser banga Rêber Apo, xort û keçên Kurd ên mirovhez û leheng ji çar aliyên cîhanê bi dirûşmên “Bijî Berxwedana Rojava” herikîn qadên şer û cengê. Ruhê Qereçox, şehîd Rustem, ruhê cenga Rustemê Zal li Kurdistanê hê jî zindî ye. Lewma nemerd ji Rustemên me ditirsin. Hûn dizanin gelo di nav vî şerê azadiyê de çend Rustemên me hene? Bi sedan bi hezaran hene.
Civak û gel di her şerekî de timî Egîd û Rustemekî xwe derdixîne. Yê me jî bi dehan Egîd û Rustemên me çêbûne, çêdibin û wê çêbibin. Ew Egîd û Rustem plan û xeyalên êrîşkar û neyaran bi serê wan de hildiweşînin. Şahidên wan qadên Rojavayê Kurdistanê, goristanên şehîdan e. Rondikên dayikên şehîdan şahid in ji wan egîd û lehengan re.
Neyar û dijmin ji tirsa wan êrîş dikin. Lê ti carî Egîd û Rustemên me paşde gavan navêjin. Dayikên me ji rondikên xwe şerm nakin. Êşa dilê xwe bi dinyayê neguherin, serfîraz in.
Li her devera berxwedan heye, Egîd û Rustem lê hene. dayikên me di her roja bîranîna şehîdan de bi laçikên xwe yên spî, kiras û xeftanên Kurdî berê xwe didin goristanan û cihên merasîman. Bi tilîliyan, dirûşman bi bîr tînin ewladên xwe yên bi rûmet û xwedî keramet.
Wê îro jî berê me li Qereçoxê be. Em ê şehîdên xwe yên hêja bi bîr bînin. Di nehemîn salvegera şehadeta wan de em tevahî şehîdên Qereçoxê rêzdarî bi bîr tînin, ji hevalên xwe yên gaziyên şer û birîndaran jî silav û hezkirinên xwe dişînin.




