Rêbertî ji bo rizgariya mirovahiyê bênavber têkoşîn dike

Leyla Amûdê

Ji bo em cîhana xwe ji hilweşîn û têk çûnê rizgar bikin tekez divê têkoşîna me 24 saetan be. Pêwîst e em Rêber Apo bi tenê nehêlin. Rêbertî ji bo rizgariya  mirovahiyê bênavber têkoşîn dike. Hewce ye em careke din li xwe vegerin û rastiya xwe bibînin. Divê em kêm û kurtiyên xwe bibînin, dest bi dahûrandineke hûndirîn û wijdanî bikin.

Jixwe gelekî jî em dereng mane. Hewce ye em rexnedayîna vê jî bidin û xwe bidin efûkirin. Bi salan Rêber Apo me tehemûl kir, li hemberî lawazî û şaştiyên me sebreke mezin nîşan da.  Timî bi perwerdeyan xwest em pêş bikevin û ji kêmasiyên xwe bibihurin.

Rêber Apo her dem ji bo Şoreşa Kurdistanê têk neçe di nav xebat û dahûrandinan de bû û timî hişyarî dikirin. Rêbertî bi dijwarî têkoşîn dikir ku şoreşê bibe serkeftinê û qet rojekê jî xebata xwe kêm nekir. Dema nexweş bû jî her di nava têkoşînê de bû. Ji ber Rêber Apo dizanî lawaziyên me hene û em karê îro dihêlin sibehê.  Herî zêde jî tesfiyekaran xwe li ser lawazî, xemsarî û giraniya me ya fikrî dane jiyandin. Dewleta Tirk jî piştî ku me şopand û lawaziyên me zeft kir, bi rêbazên şerê taybet, bi ser tevgerê de hat û gelek mirovên lawaz bandor kirin.

Ji Hogirê nemerd bigire dest, heya çeteya çaran û Osman-Botan ên di salên piştî Komploya Navneteweyî di salên navbera 2003-2004’an ketin nav hewldanên qirêj. Osman birayê heq ê Rêber Apo bû. Lê armanc kirin ku Tevgera Azadiyê ji bo berjewendiyên xwe yên xerab bi dest bixin û Rêbertî bêbandor bikin. Ew koma çete ya ji kesên weke Serhed, Botan, Ekrem û hwd. pêk dihat, bûn sedema gelek kes ji Tevgera Azadiyê qut bibin.

Jixwe kesên reviyan jî hemû mirovên weke wan çeteyên xerab û nemerd nebûn. Gelek ji wan jî bi sedema rêbazên xerab yên tesfiyekaran ji rêxistinê veqetiyabûn. Piştî Rêber Apo banga vegerê li wan kesan kir gelek ji wan jî zîvirîn. Hin kes jî piştî bihîstin komên tesfiyekar ji rêxistinê hatine dûrxistin, careke din vegeriyan nav refên Tevgera Azadiyê. Rêber Apo di Parastina Gelekî de ev mijar hemû yek bi yek, şîrove kirine. Herî zêde jî li ser mijara tesfiyekaran sekiniye. Hewl daye bi kadro û gel bide fêmkirin û ji nû ve têkoşînê xurt bike. Wan tesfiyekaran xwestin Tevgera Azadiyê ya bi keda Rêbertî û şehîdan ava bûye bi temamî têk binin û xeta xwe ya tesfiyekar di nav Partiyê de serwer bikin.

Ji bo ew jî biçin û kurtêlên ji ber devê wan ketiye bixwin, xwe bi wan bidin qebûlkirin û ji wan re  sîxuriyê bikin. Jixwe wiha kirin jî. Ji dewletên navendî yên sermayeparêz re nokerî kirin. Wan dewletan jî heya cihekî ji wan feyde girtin û paşê ew qavêtin qeraxekê. Jixwe weke tê zanîn hemû jî têk çûn û ji hêla gel ve hatin rûreşkirin. Careke din rêxistinê bi saya Rêber Apo xwe kom kir, têkoşîn hîn xurttir, berdewam kir. Yên wenda kirin jî ew tesfiyekar bûn. Jixwe çeteyên weke Zekî jî hebûn ku jêre digotin, ‘Zekiyê tilî jêkirî û Şemo’. Ev serçete sala 1997’an ji çiya reviya û xwe radestî dewleta Tirk kir. Gelek agahî dan dewleta Tirk. Tevî vê jî hê di girtîgehê de ye.

Niha têkoşîna me ji ya berê bi gelekî xurttir e. Rêber Apo her baweriya xwe da jinan, ew perwerde û rêxistin kirin. Jin jî li keda Rêberê xwe xwedî dertên, ji dil û can têkoşîn dikin. Bêguman jinên tesfiyekar jî derketin. Hinek bi Osman, Botan, Serhed û Ekrem re jî çûn xiyanetê. Lê bi giştî jin xwedî li ked û têkoşîna Rêberê xwe derketin. Berxwedana xwe bilind kirin. Jin fikir û felsefeya Rêber Apo têkoşîneke pir xurt dimeşînin û soz didin ku heya azadiya fizîkî ya Rêberê xwe wê ranewestin. Dibêjin, “Em bi Rêberê xwe hene û em îlhama têkoşînê ji Rêberê xwe digirin.”

 

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button