Hevrê Nûreddîn Sofî xwedî kesayeteke azad bû

Gaziyê şer Egîd Efrîn destnîşan kir ku fermandar Nûreddîn Sofî di pîvan û xeyalên xwe yên azadiyê de heya dawiyê xwedî kesayeteke azad bû û got, “Heval Sofî bi hişmendiya Tevgera Apoyî, bi paradîgmaya demokratîk, ekolojîk azadîxwaziya jinê ya Rêber Apo tevdigeriya.”
Yek ji fermandarên Şoreşa Rojava, dilsozê Rêber Apo, gelan û gaziyên şer Nûreddîn Sofî 6’ê Nîsana 2021’ê di êrîşeke dewleta Tirk de şehîd bû. Yek ji rêveberê Akademiya Şehîd Deştî ya Gaziyan û gaziyê şer Egîd Efrîn têkildarî jiyan, têkoşîn û kesayeta şoreşgerî ya fermandar Nûreddîn Sofî nirxandin kir.

‘Hevalê Sofî tarzê Rêber Apo di kesayeta xwe de ava kiribû’
Egîd Efrîn destnîşan kir ku fermandar Nûreddîn Sofî di nav Tevgera Azadiyê û Şoreşa Rojava de xwedî cihekî taybet bû û got, “Şehadeteke wiha bêguman dilê me pir xemgîn kir. Di me de êş û janek ava kir. Di heman demê de li hember dijmin kînek bi me re da avakirin. Di salvegera şehadeta fermandar Nûreddîn Sofî de, di şexsê de wî de em tevahî şehîdên şoreşê bi bîr tînin, li hember wan bi rêzdarî û minnet bejna xwe ditewînin.”
Gaziyê şer Egîd bal kişand ku fermandar Nûreddîn Sofî hemû bûyer bi dîrokê û dîrok bi roja me ya îro ve girê dida û ev anî ziman, “Hevalê Sofî tarzê Rêber Apo di kesayeta xwe de ava kiribû. Rêbertî çawa bûyeran, dîrokê, siyaset û şer digire dest, hevalê Nûreddîn Sofî jî bi heman rengî dinirxand. Hemleya 2017’an a rizgarkirina Reqayê ji aliyê dîrokî ve digirt dest. Hêzên QSD’ê weke çanda Til Xelef a dayiksalar, civakî û mirovahiyê pênase dikir. Çeteyên DAÎŞ’ê jî weke çanda El Ûbeyd a baviksalar, neteweperest û dewletperest terîf dikir. Rizgarkirina Reqayê bi awayê jinûve avakirina yekîtiya di navbera gelê Kurd û gelê Ereb de dinirxand û bal dikişand ku bi fikir û felsefeya Rêber Apo wê xwişk û biratiya gelan li wir pêk were. Ango ev hemleya dîrokî tenê weke rizgarkirina herêmekê bi çekan nedigirt dest. Bi awayê avabûna pira di navbera Kurd û Ereban de pênase dikir. Bêguman rastî û heqîqet jî ev bû.”
Gaziyê şer Egîd axaftina xwe wiha domand, “Heval Sofî bi piranî li ser kesayet û hişmendî disekinî. Digot, ‘Heya kesayet û hişmendiyeke rast neyê avakirin fermandar û şervanên rast jî çênabin. Her wiha siyaset û şer jî wê rast nikaribe bê meşandin. Bi vî awayî wê şoreş jî rast neyê meşandin.’ Heval Nûreddîn Sofî yek ji fermandarê di asta herî jor de bû, lê ewqasî jî dilnizm û mutewazî bû. Çi bûyer, çi pirsgirêk dibe bila bibe dixwest her kesî fêm bike û bi her kesî jî bide fêmkirin. Xwe di her tiştî de berpirsiyar didît. Ev wisa xwe weke dîtina navendê nebû. Berpirsiyartiyeke xwezayî ya li ser esasê hevaltiyê û wekî şoreşgerekî bû. Beriya ku xwe weke fermandar û şervan bibîne, xwe mîna şoreşgerekî didît. Xwe mîna şoreşgerekî civaka demokratîk a sosyalîst didît. Heval Nûreddîn Sofî di nav şoreşê de pir li ser heqîqet û rastiya şoreşger disekinî.”
‘Em ê şehîdên xwe mezin bidin jiyandin’
Têkildarî danûstendinên fermandar Nûreddîn Sofî yên ji şervanan re jî Egîd Efrîn ev xisûs anî ziman, “Heval li cem fermandar Nûreddîn Sofî rehet bûn. Her kesî dikarî pêre têkildarî hinek mijaran biaxive. Tecrûbe û jehatiyên hevalan dinirxand û li gor wê vesaziya wan çêdikir. Hevalê Nureddîn Sofî di kesayeta xwe de cewherê xwe yê zaroktiyê yê azadiyê û xwezayî hê winda nekiribû. Bi vî cewherî tevdigeriya. Lewma di pîvan û xeyalên xwe yên azadiyê de heya dawiyê xwedî kesayeteke azad bû. Heval Sofî bi hişmendiya Tevgera Apoyî, bi paradîgmaya demokratîk, ekolojîk azadîxwaziya jinê ya Rêber Apo tevdigeriya. Dixwest fermandariyê û şer li ser esasê civaka demokratîk û komînal pêş bixe.”
Ji rêveberê Akademiya Şehîd Deştî û gaziyê şer Egîd Efrîn axaftina xwe bi van hevokan bi dawî kir, “Ji bo em bibin layiqî fermandarên weke heval Nûreddîn Sofî, pêwîst e em mezin têkoşîn bikin û xwedî li nirxên ava kirine derkevin. Li ser vî esasî dema em şoreşa demokratîk, sosyalîst û civakî bi serketinê tacîdar bikin û ji bo kêmasiyên xwe rexnedayîneke rast bikin, em ê karibin bibin layiqî wan şehîdan. Bi wesîleya salvegera şehadeta heval Nûreddîn Sofî soza me daye şehîdan em nû dikin. Heya serketinê erk û berpirsiyartiya dikeve ser milên me em ê bêteredut bînin cih. Em ê şehîdên xwe mezin bidin jiyandin. Em tevahî şehîdên xwe bi bîr tînin û bejna xwe li hember wan ditewînin. Em tên destê tevahî dayik û bavên şehîdan û wan silav dikin.”




