Bi hatina Newrozê re em ê têkoşîna xwe xurttir bikin

Gaziya şer Laleş Êzidî yê cejna Newrozê li tevahî gelê Kurd pîroz kir got, “Em ê têkoşîna xwe ya azadiyê hê zêdetir pêş bixin.”

Newroza 2026’an a li her cihî bi coş tê pêşwazîkirin, li Rojavayê Kurdistanê jî bi heyecan û kêfxweşiyeke mezin tê pîrozkirin. Endamê Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (FGBRS)’ê û gaziyê şer Laleş Êzidî têkildarî mijarê nêrînên xwe anîn ziman.

Laleş diyar kir ku Newroz bi sedê salan e ji bo gelê Kurd xwedî wateyeke pir girîng e û got, “Em Newroza 2026’an di serî de li Rêber Apo, şehîdên azadiyê, dîlgirtiyan, gelê Kurd û hemû gelên cîhanê pîroz dikin.”

Endamê FGBRS’ê Laleş Êzidî anî ziman ku wateya Newrozê ruhê berxwedan û serhildanê ye û wer domand, “Çawa Kawayê Hesinkar li hember Dehaqê zalim rabû, desthilata wî ya zordar hilweşand û bi agirê Newrozê azadiya gelan pêk anî, hevalê Mazlûm Dogan jî li Zindana Amedê, dema dijmin digot, ‘Bi navê Kurd û Kurdistanê tiştek nema’, Newroz bi çalakiyeke fedaî pîroz kir. Berxwedaniya heval Mazlûm a di şeva Newrozê de, gihişt heval Zekiye Alkan, Bêrîvan, Ronahî û Rahşanan. Li ser vî esasî Newroz ji bo me rêya serhildan, berxwedan û têkoşînê ye.”

Laleş diyar kir ku ti gel û welatek nikare bê azadî bijî û ev anî ziman, “Gelê me jî ji bo li ser xaka xwe bi azadî bijî, bi ruhê agirê berxwedana Newrozê têkoşîna xwe didomîne. Mirov nikare bê nasname, bê ziman bijî. Em weke gelê Kurd ji bo hebûna xwe  têkoşîn dikin.”

Endamê FGBRS’ê û gaziyê şer Laleş Êzidî axaftina xwe bi van hevokan bi dawî kir, “Bi hatina 21’ê Adarê Newrozê re, ji bo em li welatekî azad, bi Rêbertî û gelekî azad re bijîn, em ê têkoşîna xwe ya azadiyê hê zêdetir pêş bixin. Li ser vî bingehî em dibêjin Newroza 2026’an pîroz be. Bijî Rêber Apo, bijî yekîtiya gelê Kurd.”

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button