Newroz ruhê berxwedanê ye

Gaziyê şer Ferman Serêkaniyê destnîşan kir ku Newrozê ji bo xwe weke ruhê berxwedaniyê û jiyanê dibînin.
Gaziyê şer Ferman Serêkaniyê yê têkildarî Newroza 2026’an nêrînên xwe parve kirin got, “Li ser navê Komeleya Şehîd Hogir a Federasyona Gaziyan em cejna Newrozê li Rêber Apo, hevalên me yên li serê çiyayan, li zindanan, malbatên şehîdan pîroz dikin. Newroz ji bo me sembola berxwedanê û ruhekî jiyanê ye. Newrozê bi Kawayê Hesinkar dest pê kir. Me bi berxwedana heval Mazlûm, Ronahî, Bêrîvanan û bi sedan hevalan me ev roja pîroz nas kir. Em Newrozê ji bo xwe weke ruhê berxwedaniyê û jiyanê dibînin.”
Ferman Serêkaniyê di dewama axaftina xwe bal kişand ser pêvajoya bi Banga 27’ê Sibata 2025’an a Rêber Apo dest pê kir û ev anî ziman, “Bi Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo daye destpêkirin re civak ber bi aramiyê ve diçin. Em ji tevahî hevalan û gelê me re serketinê dixwazin. Bijî Serok Apo.”




