Rêber Apo 8’ê Adarê weke her carê jin bi tenê nehiştin

Gaziyên jin ji Rêberê xwe Abdullah Ocalan re name şandin.

Name jî bi vî rengî ye:

8’ê Adara 2026’an jî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, weke her adarê jinên Kurd û di şexsê jinên Kurd de jî hemû jinên kedkar ên cîhanê di roja wan ya têkoşînê de bi bîr anî, bi peyamekê, kedkarî, fedakarî, qedirbilindî û pêşdebirina têkoşînê jinên pêşeng anî ziman. Ew di roja wan de pîroz kir. Em jî weke gaziyên jin li ser navê hemû gaziyên şer, bi vê nameyê spasiya xwe ji pêşengê xwe Rêber Apo re diyar dikin. Silav, hezkirin û bêrîkirinên xwe ji Rojava, warê şoreşa jinê heya Girava Îmraliyê bi gul û beybûnan dişînin.

Em tevahî jinên Kurd weke her carê di 8’ê Adarê de, çav li rêya peyama Rêber û zanyarê mezin Abdullah Ocalan bûn. Peyama Rêberê Rêberan, pêşengê jin û mirovahiyê Abdullah Ocalan a zêrîn û qedirbilind em pir kêfxweş, dilşad û serbilind kirin. Rêber Apo her di nava hewldana ku serê jinan bilind bike û bigihîne stêrkan de ye. Weke jin û civak divê em vê heqîqetê bibînin û xwedî lê derkevin.  Jixwe heqîqeta ku pêwîst e haya me pir jê hebe, bi hemû civakê jî bidin fêmkirin ew e ku heya niha ti serok û rêberan ji bo azadiya jinan ewqasî, kar, xebat û fedakarî nekiriye.

Cara yekê ye ku di nava gelê Kurd de serok û Rêberek weke, Rêber Apo jiyana xwe ji bo jinan kiriye nava xetereyê,  bûye hedefa hêzên serwer û kujerên kastîk. Azadiya jinê ji wan hêzan wergirtiye û di encama wê de Rêberê me weke Prometheus li Girava Îmraliyê hatiye tecrîdkirin û cihê nefesê lê teng kirin. Em weke neteweya Kurd û nexasim jî weke jin deyndarên Rêber Apo ne. Em her çiqasî kedê bidin jî wê kêm be. Ev 53 sal e ku Rêber Apo têkoşîn dike û hîn jî dibêje, “Ez ji her wextê zêdetir xwe ji çareseriyê re amade dibînim. Bang li her kesî dikim ku destê xwe têxin bin kevir û têkoşîn bikin da ku em dawiyê li şer û tundiyê bînin, mirovahiya westiyayî, hênaseke rehet û azad bistîne.”

Rêber Apo ketiye nav hewldana ku têkoşîna xwe ya 53 salan bigihîne serkeftinê. 24 saetan kar û xebat dike da ku têkoşîna xwe bi encam bike.  Dixwaze kenê azadiyê li ser rûyê gel û jinan bibîne û têkoşîna xwe ji mirovahiyê re bike mîrateyeke mayendî. Ev 27 sal e ku Rêber Apo li Girava Îmraliyê têkoşîna ji bo çareseriyeke bi rûmet pêş dixe. Em weke jin û netewe heya tevahî mirovahiya azadîxwaz deyndarên Rêber Apo ne. Divê em deynê xwe bidin. Pêwîst e em bibêjin, “Dem dema azadiya Rêber Apo ye.”

Rêber Apo di peyama xwe ya 8’ê Adara îsal de got, “Bi awayê dîrokî jî kirdeya avaker a civakê jin e. Projeya min a jinê temam bû. Lê niha jî li pêşiya me xebateke pir mezin, heye ku divê wek peywira bingehîn were pêkanîn.” Em jî weke gaziyên şer peywira ku Rêber Apo daye pêşiya me jinan, weke sereke peywira xwe dibînin. Em ê bi dil û can li peywira xwe xwedî derkevin. Em ê hêza xwe ya fikrî, ruhî pêkan bikin. Rêber Apo beriya niha di hevdîtinên xwe de yên bi şandeya Partiya DEM’ê re gotiye ku Azadiya jinê azadiya civakê ye û divê jin pêşengtiyê, ji têkoşîna azadiyê re bikin.

Em weke jinên têkoşer soz didin Rêberê xwe Abdullah Ocalan, em ê dawiyê li şer û tundiya li ser jin û civakê bînin. Em ê hemû hêza xwe bikin yek, bi civaka azadîxwaz re. Wê sereke têkoşîna me ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo be. Duyem hedefa me jî wê guhertin û veguhertina civakê be. Em ê rola xwe ya pêşengtiyê pêk bînin û di şexsê jinê de hemû civakê ji zilm, zordarî û koledariyê rizgar bikin. Em ê peywir û erkên ku Rêber Apo, sipartiye me jinan pêk bikin.

Silav û Rêzên Şoreşgerî.”

 

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button